Anatomiya Kujerê Kastîk

Li ser pênaseyên dîrokê û pirsgirêkên civakê daneyên nû derdikevin holê û girêdayîn wan jî binavkirin û şîroveyên nûjen pêş dikevin. Pênaseya civaka kastîk û kujerê kastîk di rêza yekem a van pênaseyan de tê. Gelo pergala qatîlê kastîk a civakî çiye? Qatîlê kastîk kiye? Çavkaniya wê li ku derê ye?

Anatomiya Kujerê Kastîk
Anatomiya Kujerê Kastîk
Anatomiya Kujerê Kastîk
Anatomiya Kujerê Kastîk
Anatomiya Kujerê Kastîk
Anatomiya Kujerê Kastîk
Anatomiya Kujerê Kastîk
Anatomiya Kujerê Kastîk
Anatomiya Kujerê Kastîk
6 ÇILE, 2026   05:05
NAVENDA NUÇEYAN
ROGER ROJIYAN

Rêber Abdullah Ocalan di Manîfestoya Aştî û Cîvaka Demokratîk de cihekî girîng ji peyva Kujerê (Qatîlê) Kastîk re veqetandiye. Bi vê pênaseyê re Rêber Abdullah Ocalan hişmendiya zilamsalariyê tehlîl dike û tespîteke dîrokî pêş dixe. Derketina holê ya pirsgirêka xwezaya duyemîn, ango pirsgirêka civakî bi Kujerê Kastîk dide destpêkirin. 

Taybet piştî vê tespîtê, wekî gelek sernavên di manîfestoyê de, ev gotin jî bû rojev û xwendinên nû yên derbarê dîrokê de hatin kirin.

Nirxandin û nîqaşên li ser mijarê bi awayekî berfireh didomin, lewma ji ber girîngiya babetê, me jî li wate û şeklên jiyankirina têgeha Kujeyê Kastîk a di herîkîna dîrokê de nihêrî.

TÊGEHA KAST

Têgîna Kast ji peyva Castus tê. Li gorî etîmolojiyê ev peyv bi zimanê Latînî ye û di wateya ‘bi exlaq, saf-paqij û bakîr’ de hatiye bikaranîn. Peyv piştre wekî Casta û di wateya nîjad, cure û nifşê xirab nebûye de, derbasî zimanê Portekîzî û Îspanî bûye.

Di serdema keşifkirinên erdnîgarî (coxrafîk) de keşifkarên Portekîzî dema diçin Hîndîstanê, pergala wan ya civakî çavdêrî dikin. Keşifkar dibînin ku di nava civakê de tebeqe hene û cudahiyên mezin ên di navbera wan de bala wan dikişîne. Yek ji van cudahiyan jî ewe du kesên ji teqebeyên cuda (jin an jî mêr) nikarin bi hevre bizewicin. Keşifkarên Portekîzî ji ber vê cudahiyê jî pênaseya Casta dikin. Ev jî di wateya “nifşê saf” hatiye bikaranîn.

Li gorî lêkolînan di salên 1600’an de peyva Castus bi heman wateyê (Nifşê saf) wek Caste derbasî Îngîlîzî bûye û bi vî awayî li nava zimanên din belav bûye.

Di zimanên Kurdî û Tirkî de jî ev têgeh di wateya tebepeyên civakê ku di navbera wan de sînorê hişk hene, wekî “Kast” tê bikaranîn. Di zimanê Erebî de wekî, “Nîzam El Qest (Tebeqe)” hatiye bikaranîn.

PERGALA KAST

Dema navê pergala kastê tê gotin, yek ser welatê Hîndîstanê tê bîra mirov. Bi gotineke din pergala kast bi navê Hîndîstanê re wekhev bûye. Lê Hînduyî vê pergalê weke Kast pênase nakin. Ew, pergala xwe bi navê Jatî (çîn-reng) an jî Varna (Koma ku cudabûna wan ji zayînê tê) pênase dikin. Peyva Jatî yan jî Varna, ji zimanê Sanskrîtî tê.

Li gorî pergala Kastê ya li Hîndistanê, civak dabeşî 4 koman bûye.

1-     BRAHMANÎ: Wek çîna herî jor tê binavkirin. Ev kom ji kesên ku nivîsên pîroz şîrove dikin pêk tê. Kesên zana û rahîp di vê tebeqeyê de cîh digirin.

2-     KSHATRIYAN: Ev tebeqe ji prens, leşker û memûran pêk tê.

3-     VAÎŞYAN: Di vê tebeqeyê de bazirgan, xwediyên erdan û cotkar cîh digirin.

4-     ŞUDRA: Di vê tebeqeya herî binî de karker, xizmetkar û kole cih digirin. Bi karê herî giran ve dikevin xizmeta tebeqeyên jor.

Ji bilî van kastên sereke, li Hindîstanê 3 hezar kastên din, dîsa 25 hezar kastên ku weke “kastên pêvek” tên binavkirin jî hene.

Li derveyî van hemûyan, beşek jî heye ku wek kast jî nayên dîtin. Ji endamên vê beşê re “Parya (yên li derveyî tebeqeyên civakê mane)” yan jî “Dalîd” tê gotin. Ev kes li derveyî bajar û gundan dijî, ji teqebeyên din divê tu kes bi wan re pêwendî çêneke, hetta temasek jî çênekin. Parya mecbûr in semboleke ku nasnameya wan diyar dike, li ser xwe bigerînin ku her kes bibîne. Ew nikarin di nav bajar an jî gundan de bijîn. Karên herî pîs ew dikin. Li gorî lêkolînan, ger ku siya wan bikeve ser kesên di kastên din de, ew ê bên cezakirin. Tê gotin ku hejmara Paryayan digihîje 200 milyonî.

Li Hîndîstanê di navbera hemû teqeyan de sînorên pir hişk hene û ji tebeqeyekê derbasî tebeqeyek din çênabe. Danûstendina di navbera wan de tune ye, zewaca navbera endamên 2 tebeqeyên cuda de nabe.

WELATÊN ASYAYA DÛR

Her çiqasî pergala Kast zêdetirîn bi Hîndistanê tê zanîn jî, li welatên Asyaya dûr ên wekî Nepal, Pakîstan, Kore, Çîn û Japonyayê jî pergaleke dişibe vê hatiye dîtin. Lê ji ber hejmara zêde û dîroka wê ya demdirêj ev pergal bi Hîndîstanê tê zanîn.

DÎROKA KAST

Gotina Kast bi dorê di zimanên Latînî, Portekîzî, Îspanyolî, Fransî Îngîlîzî û zimanên din hatiye bikaranîn û bi wê re pênasekirina pergala qastê ya li Hîndîstanê hatiye kirin, dîroka Kast heta 15 hezar sal beriya zayînê diçe.

Li gorî lêkolînên arkeolojîk û berhemên hatine bidestxistin, beriya zayinê di navbera salên 15 û 8 hezaran de li Girê Xirabreşk ê li bajarê Riha yê Bakûrê Kurdistanê şopên wekî ya pergala kastê hatine dîtin. Dîsa li gorî gelek dîroknasan û belgeyên ji kolandinên arkeolojîk derketine holê, ji dema Neolîtîkê heta Sumer, serdemên olan, qraliyet û pergala Kapîtalîzmê jî jiyanîkirinên wekî Kast hatine belgekirin.

KASTÎK Û KUJERÊ KASTÎK

Bi lêkolîn û kolandinên arkelojîk ên salên dawî re, şîrove û pênaseyên nû yên têkildarî Kast û pergala Kastê jî pêş ketin. Bi taybetî piştî kolandinên li Xirabreşk û Girê Karahan ên Rihayê pênaseyên diguherin.

Pênaseya Kastîk û Kujerê Kastîk dibe yek ji van têgehên nû yên girîng. 

Têgeha Kastîk cara yekem ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye bikaranîn. Rêber Apo di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk ku piştî banga 27’ê Sibata 2025’an hat belavkirin de, têgehên Kastîk û Kujerê Kastîk bikar tîne. 

DERKETINA CIVAKA KASTÎK

Rêber Abdullah Ocalan, diyar dike ku kast li ser zor û tundiyê hatiye avakirin û dibêje ku berhemên li Girê Xirabreşk hatine keşifkirin vê yekê radixe ber çavan. Lewma pênaseya Kastîk dike û pênaseya xwe wiha vedibêje: “Problematîka (pirsgirbûna) xwezaya duyemîn (civak), bi êrişên komên kujerên Kastîk ên zilamê serwer ên li dijî civakîbûna li dora dayik-jinê hatiya avakirin, derketiye holê. Civak pirsgirêkek mezin dijî. Ev pirsgirêka mezin mirovahiyê ber bi duryanekê (du rê) ve dibe, du bask derdikevin holê. Yek kujerê Kastîk, serwer an jî kastîkê bijarte. Baskê duyem li dijî cinawir (dirende) li ber xwe dide. Di navbera şopdarên komûn û kujerê kastîk de şerê dijwar diqewime. Êdî divê dîrok ji nû ve were nivîsandin. Tiştên ji Xirabreşk derketine holê van pirsan bi hemû kesan didin kirin. Xirabreşk çandek perestgehê ya ku civaka kastî lê çêbûye. Ez ji vê re dibêjim ‘Kujerê Civakî yê Kastîk’.”

Rêber Abdullah Ocalan destnîşan dike hoveberî ji bo kujerê Kastî bûye rêbazek debarê, aboriyek debarê ye û dibêje, “Em ji vê civakê re dibêjin civaka kastîk, kujerê civakî yê kastîk. Di dîroka mirovahiyê de merheleyek wiha heye û hem jî perestgehan pêş ketiye. Wê demê dikare bê gotin ku avasaziya Kastîk xwediyê organîzasyonekê ye.  Pêwîste wisa be ku kulûbên nêçîrvanan ên ji zilaman pêk tên, veguheriye kasteke ku xwe dispêre zordariyê û ev organîzasyon birêve biriye. Beriya zayînê di navbera salên 15 û 8 hezaran de ye, ango herî kêm 5-6 hezar salan dom kiriye.” 

Rêber Abdullah Ocalan balê dikişîne ku heman çand li Misir, Avrasya û Asayayê jî hatiye keşifkirin û heta roja îro jî şopên wê hene. Rêber Apo dibêje, “Kujerê Kastî xwe pîroz dibîne, lewma tu kes nagihîje asta wan, temasa bi wan re jî nabe, tu kes nikare dijî wan derkeve. Xwe wekî xweda dibîne. Îro jî şopên wê hene. Li Hîndîstanê sîstema Kast hîn jî derbasdar e.”

VEGUHERÎNA KOMÊN KASTÎK

Di nirxandinên xwe de Rêber Abdullah Ocalan diyar dike ku komên kastîk di encama çînayetiya girêdayî gund an jî çandiniyê de veguheriye arîstokrasiyê; tebeqebûna wê ya li bajaran jî veguheriye burjuvaziyê.

Rêber Abdullah Ocalan pergala qatîlê kastîk wekî berhema fikra analîtîk a zilamsalariyê binav dike û destnîşan dike ku di serdema kapîtalîzmê de cilên modernîzmê li xwe dike, xwe wek çîna serdest dide nîşandan û çalakiyên xwe yên dijî civakê bênavber didomîne.

(a)