Rewşenbîr: Peyama Rêber Apo çareseriya demokratîk ji bo Sûriyeyê pêşkêş dike

Rewşenbîran diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di peyama sersalê de behsa bingeha krîza Sûriyeyê dike, ji aliyekî ve çareserî û aramiyê û ji aliyê din ve demokratîkbûn û naskirina pirrengiyê bi hev ve girê dide.

Rewşenbîr: Peyama Rêber Apo çareseriya demokratîk ji bo Sûriyeyê pêşkêş dike
6 ÇILE, 2026   03:25
HESEKE
EBDILXENÎ EL HAMAN

Rewşenbîrên ji bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê li ser peyama ku Rêber Abdullah Ocalan a bi boneya sersala 2026`an şandiye, ji ajansa me re axivîn.

Rewşenbîr û nivîskar Buşra El Îsa diyar kir ku tişta balkêş di peyama Rêber Abdullah Ocalan die, girêdana di navbera aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û siberoja Sûriyeyê bi tevahî de ye, û da zanîn ku çareserî bi demokrasiyê û naskirina pirrengiya neteweyî û olî pêk tê.

Buşrayê diyar kir ku di peyamê de hatiye destnîşankirin ku Rêveberiya Xweser ne projeyeke cudaxwaz e, modeleke neteweyî ye ku dikare di çarçoveyeke berfireh a Sûriyeyê de pêk were.

Buşrayê da zanîn ku dîroka Sûriyeyê ya nûjen li ser dûrxistin û înkarkirina yên din hatiye avakirin û diyar kir ku peyama Rêber Abdullah Ocalan fikra jiyana hevbeş wekî vebijêrkeke dîrokî pêşkêş dike. Her wiha zêde kir ku nêzîkatiya demokratîk a di peyamê de hatî pêşkêş kirin, ne tenê nîşanên wê, her sedemên bingehîn ên krîzê çareser dike.

Rewşenbîr Îdrîs El Yûnis destnîşan kir ku peyama Rêber Abdullah Ocalan bi girêdana çareseriya siyasî bi avahiya civakî ve, bingeha krîza Sûriyeyê nirxandiye. El Yûnis got: "Bêyî demokratîkkirina civakê bi xwe, ji jinan bigire heya ciwanan, û ji meclisên herêmî bigire heya saziyên giştî, aramî nayê bidestxistin."

El Yûnis wiha dewam kir: "Ezmûna Rêveberiya Xweser a demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye egera afirandina hişmendiyeke civakî ya nû ku li ser bingeha beşdarbûn û berpirsiyariya hevbeş hatiye avakirin."

Der barê aliyê têkildarî Tirkiyeyê de, endama Yekitiya Rewşenbîran a Til Temirê Nesrîn El Salih diyar kir ku peyama Rêber Abdullah Ocalan 2 vebijêrkên zelal pêşkêşî Tirkiyeyê kirin; an siyaseta xwe ya destwerdan û pevçûnê bidomîne, yan jî beşdarî pêvajoyeke aştiyê bibe ku berjewendiyên hemû aliyan garantî bike. Nisrînê destnîşan kir ku her guhertinek di helwesta Tirkiyeyê de dê bandorek erênî li ser tevahiya pirsgirêka Sûriyeyê bike.

Nisrînê her wiha got peyamê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê xistiye ber erkekî dîrokî, ji ber ku vegera navendîbûnê dê krîzê ji nû ve gur bike. Alternatîfa vê yekê jî hevkariyeke neteweyî ya rastîn e.

Nisrînê di dawiyê de got naskirina Rêveberiya Xweser yekparebûna Sûriyeyê tehdît nake, lê belê wê diparêze.

(k)

ANHA