Li Sûdanê tu nîşaneyên aştiyê xuya nakin

Pispor û şîrovekaran paşxistina hevdîtina Himêdtî û El Burhan wek nîşaneyeke neyînî ya têkildarî siberoja Sûdanê nirxand û got nîşaneyên aştiyekê ji bo demeke nêzîk tune ne.

Li Sûdanê tu nîşaneyên aştiyê xuya nakin
3 ÇILE, 2024   05:36
QAHÎRE
MUHSIN EL MISIRÎ

Hevdîtina ku çav li rê bû di navbera fermandarê Hêzên Piştevaniya Lezgîn Mihemed Hemdan Deqelo (Himêdtî) û fermandarê artêşa Sûdanê Ebdulfettah El Burhan de li Cîbûtî ji hêla rêxistina IGAD ve pêk haitbû, hat taloqkirin. Pisporan taloqkirin wek nîşaneyeke neyînî li ser siberoja Sûdanê nirxand.

Pisporê kar û barên Afrîkayê Dr. Mihemed Torşîn ê ji Sûdanê ji ANHA’yê re axivî, diyar kir ku taloqkirina hevdîtinê nameyên neyînî hildigire. Torşîn got taloqkirina hevdîtinê piştrast dike ku Himêdtî naxwaze şer bi dawî bibe û dest bi pêvajoya çareserî û aştiyê bike.

Torşîn anî ziman ku beşdarnebûna Himêdtî ji hevdîtina li Cîbûtî tê wateya ku guh nade Rêveberiya Yekitiya Afrîkayê û Rêxistina IGAD û wiha domand: “Divê bersiva IGAD’ê li hemberî helwesta Himêdtî dijwar be. Diviyabû IGAD xwe gihandiba rêxistinên navneteweyî da ku ceza li Himêdtî bibirin û wî neçar bikin bila li ser masya diyalogan rûne û dest bi pêvajoya aştiyê bike.”

Li gorî Torşîn, Sûdan wê di demên bê de li pêşberî şerekî berfireh û dijwartir rû bi rû be û got: “Teza yekane ya dê bihêle her du alî diyalogan bike; ew e ku divê hevsengiyeke xurt an hevsengiyeke lawaz hebin ku her du aliyan bidin îqnakirin ku ji bilî diyalogan tu çareserî nîn in.”

DESTWERDANÊN DERVE

Pisporê kar û barên Afrîkayê Mihemed Torşîn anî ziman ku faktoreke din heye ku bandoreke mezin li aloizya Sûdanê dike û wiha axivî: "Ev faktor bandora ji aliyên herêmî û navneteweyî ya ji bo Hêzên Piştevaniya Lezgîn e. Hêzên Himêdtî destekê ji dewletekê digire, ev jî dihêle ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn dîlê vîna wê dewletê be û nikare xwe jê qut bike yan jî ji bandora îradeya wê derkeve."

‘ÇARESERÎ DI DEMEKE NÊZÎK DE NE XUYA YE’

Lêkolînerê kar û barên Afrîka yê ji Misirê Ramî Zuhdî jî ji ANHA’yê re axivî û diyar kir ku taloqkirin an jî betalkirina hevdîtina aliyên Sûdanê piştrast dike ku nîşaneyên çareseriyê hîna zelal nebûne û wiha got: “Îhtîmal heye di demên bê de hevdîtin pêk were. Çi qasî îhtîmal lawaz be jî lê heye, nemaze piştî wezareta karên derve û tevkariyê ku niha IGAD’ê bi rê ve dibe, ragihand ku hewldanên lidarxistina hevdîtinê hîna hene. Lê ev nayê wê wateya ku astengiyên bingehîn li pêşiya lidarxistina hevdîtinê tune ne. Ji astengiyên sereke lihevkirnên di dan û standinên li Cedayê de hatin kirin, ji hêla her du aliyên sûdanê ve nehatin pêkanîn, di encamê de rewşa nebaweriyê serwer e. Her wiha fermandarê Hêzên Piştevaniya Lezgîn, El Burhan wekî nûnerê gelê Sûdanê û serokê meclisa parelel a Sûdanê nabîne, lê dan û standinan bi El Burhan re dike mîna ku tenê fermandarê artêşa Sûdanê ye."

Li gorî Zuhdî, axaftinên têkildarî lidarxistina hevdîtinekê di navbera Himêdtî û serokwezîrê berê yê sivîl Hemdok de li paytexta Etiyopya Addis Ababa, hêviya nîqaşkirina rêyên mumkin, realîst û mentiqî ji bo rawestandina şer dide.

Lêkolîner Ramî Zuhdî da zanîn ku hebûna hêzên sivîl ên Sûdanê wek aliyeke sêyemîn di alozyê de bandoreke neynidî dike û wiha domand: " Hêzên Piştevaniya Lezgîn ji Artêşa Sûdanê bileztir bersiv da daxuyaniya hêzên sivîl. Ji vir xuya dibe ku fermandarê Hêzên Piştevaniya Lezgîn dixwaze rola xwe di aloziyê de xurttir bike û xwe wekî hêzeke xurt nîşan bide.”