Hêzên Îranê êriş kir: Kolberek hat qetilkirin û 6 kolber jî birîndar bûn

Li devera Newsûdî ya girêdayî parêzgeha Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê kolberek Kurd ji aliyê çekdarên rejîma Îranê ve hat qetilkirin û 6 kolberên din jî birîndar bûn.

Hêzên Îranê êriş kir: Kolberek hat qetilkirin û 6 kolber jî birîndar bûn
8 tîrmeh, 2024   22:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêkxistina Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand (HRW), îro di saetên serê sibehê de hêzên parêzvanên sînor ên Îranê li devera Newsûdî ya girêdayî parêzgeha Kirmanşan rasterast gule berdan komeke kolberan. Di encamê de kolberek hat qetilkirin û 6 kolber jî birîndar bûn û wiha got; “Yek ji kolberên birîndar ku navê wî Eyûb Mihemedî (29) ku xelkê Selasî Bawecan ya girêdayî Pawe, piştî ku rakirin nexweşxaneyê ji ber giraniya birîna xwe jiyana xwe ji dest da.”

Rêkxistina çavdêriyê her wiha got; “Rejîma Îranê hêzeke ji pêdiviyê zêdetir û mezin li dijî kolberan bi kar aniye ku piraniya wan Kurd in ku karê wan di navbera deverên çiyayî yên asê yên Îranê û Iraqê de anîn û birina kelûpelane. Her wiha Îranê kiryarên xirab li kesên ku hatine binçavkirin kiriye.”

Navê 6 kolberên ku ji gundê Zîran ê girêdayî bajarê Ciwanro ne û di gulebaran hêzên rejîma Îranê de birîndar bûne wiha ne; Eyûb Mûradî, Mesîh Mûradî, Mehdî Beşaretî, Mêhran Ebdî, Peyman Weysî û Semîh Zariî.