Balafira artêşa Tirk malek li gundewarê Duhokê bombebaran kir

Balafireke bêmirov û biçek ya dewleta Tirk a dagirker, maleke welatiyekê sivîl ya li gundê Mijê yê navçeya Amêdiyê ku dikeve parêzgeha Duhokê li Başûrê Kurdisanê bombebaran kir.

Balafira artêşa Tirk malek li gundewarê Duhokê bombebaran kir
7 sibat, 2025   17:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê rêxistina CPT ya Amerîkî Kameran Osman têkildarî êrişa balafira bêmirov û biçek ya dewleta Tirk a dagirker ku li gundê Mijê yê girêdayî navçeya Amêdiya ya parêzgeha Duhokê daxuyaniyek weşand.

Kameran Osman ragihand, dewleta Tirk bi balafireke bêmirov maleke welatiyekê sivîl li gundê Mijê yê Amêdiyê bombebaran kir lê ziyanên êrişê nehat zanîn.

(k)