Berpirseka Amerîkayê ji Beyrûtê: Em beşdarbûna Hizbulahê di hikûmeta Lubnanê de nepejirînin

Cîgira nûnerê Amerîka bo Rojhilata Navîn nerazîbûna welatê xwe li hember beşdariya Hizbulahê di hikûmeta Lubnanê de ragihand. Serokatiya Libnanê jî got ku gotinên berpirsa Amerîkayê nêrînên wê ne, ne yên serokatiya Lubnanê ne.

Berpirseka Amerîkayê ji Beyrûtê: Em beşdarbûna Hizbulahê di hikûmeta Lubnanê de nepejirînin
7 sibat, 2025   17:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgira nûnerê Amerîka li Rojhilata Navîn Morgan Ortagus roja Înê ji Beyrûtê nerazîbûna welatê xwe li hember beşdarbûna Hizbulahê di hikûmeta Lubnanê de diyar kir û tekez kir ku "serdema  ku Hizbulah Lubnaniyan teror bike bi dawî bûye. "

Rayedara Amerîkî piştî hevdîtina bi Serokomarê Lubnanê Cozêf Aun re, di bersiva pirseke rojnamevanekî de derbarê rola Hizbulahê di hikûmeta siberojê de got: "Me li Amerîkayê xetên sor ên zelal danîne, ku rê li ber terorkirina xelkê Lubnanê digire. "

Her wiha got: "Serdestiya terorê ya Hizbulahê li Lubnanê û li seranserê cîhanê bi dawî bû. "

Serokatiya Lubnanê li ser daxuyaniyên berpirsa Amerîkayê got: "Hin ji wan tiştên ku ji aliyê cîgira Nûnerê Amerîka bo Rojhilata Navîn Morgan Ortagus ve hatine gotin, nêrîna wê ye, ne nêrîna serokatiya Lubnanê ye. "