Dadgehê biryara girtina nûçegihana JinNewsê Oznur Deger da

Rojnameger Oznur Deger ku bi daxwaza girtinê sewqê dadgehê hat kirin, ji aliyê dadgehê ve hate girtin.

Dadgehê biryara girtina nûçegihana JinNewsê Oznur Deger da
7 sibat, 2025   18:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegîhana JinNewsê ya Qoser a Mêrdînê Oznur Deger îro di serdegirtina malan de hatibû binçavkirin. Oznur Deger ku berovajî hat kelepçekirin û binçavkirin, piştî kar û barên li emniyetê sewqê edliyeyê hat kirin. Bi daxwaza girtinê sewqê dadgeriyê hat kirin.

Dadgeriyê ku îfadeya Oznur Deger girt, biryara girtinê da. Oznur Deger dema ji salonê hat derxistin biryar bi dirûşmeya ‘Çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin’ protesto kir.

Mîthan Yilmaz, Lokman Aslan piştî lêpirsîna dozgeriyê hatin berdan. Ziynet Algan û Hîlal Çelîk jî bi şerta kontrola edlî hatin berdan.