Asayişa Duhokê hevdîtina bi Silêman Ehmed re qedexe dike

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews′ê Silêman Ehmed ev 29 roj in ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye revandin. Lê belê tevî gelek serlêdan û daxwazan jî, Asayîşa Duhokê nehişt bi wî re hevdîtin pêk bê. Yek ji parêzerên Silêman Ehmed got: “Agahiyên me hene ku dosyaya wî li cem Dezgeha Parastinê ya PDK’ê ye."

Asayişa Duhokê hevdîtina bi Silêman Ehmed re qedexe dike
22 mijdar, 2023   17:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameger û edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed beriya 29 rojan li

Deriyê Pêşxabûr ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye revandin û heta niha tu agahî di derbarê wî de nayên zanîn. Herwiha PDK nahêle parêzerên Silêman Ehmed wî bibînin û dozyaya wî bixwînin.

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed Nerîman Ehmed ji ajansa Rojnews′ê re axivî û got; “Ji dema revandina Silêman Ehmed ve, me hewl da ku em wî bibînin û dosyeya wî bixwînin, me serdana Asayîşa Giştî ya Duhokê kir. Di destpêkê de bi hinceta ku ne li wê derê ye, em asteng kirin. Tevî ku me piştrast kir ew li wê derê ye û agahiyên li ser cihê wî di nav Asayîşa Duhokê de hene, lê piştre wan gotin ku ew li jêr lêkolînê de ye û nayê dîtin.

Her wiha parêzer Nerîman got; Piştî ku ew hatin astengkirin,  serdana dadwerê asayîşa Duhokê kir da ku daxwaza dîtina Silêman Ehmed bike û hemû rêkarên yasayî cîbicî bikin û bikin bi wekalet. Dadwerê asayîşê razî bû û biryar da ku em wî bibînin û piştî ku biryar gihandin Asayîşa Giştî, rê nedan ku em wî careke din bibînin.”

Parêzer, pêşîgirtina li Silêman Ehmedî weke binpêkirina yasayê nirxand û wiha dewam kir; “Di rêziknameya yasayî û yasaya parêzertiyê de di çend xalan de hatiye gotin ku mafê her tawanbarekî heye roja piştî girtina xwe yan jî di dema lêpirsînê de parêzer ji xwe re bigire. Lê ya ku tê kirin binpêkirina yasayê ya eşkere ye.”

Di dawiyê de parêzerê rojnamevan Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed got; “Me bi rêya çavkaniyeke xwe agahî girt ku dosyaya Silêman Ehmed di bin kontrola Dezgeha Parastinê ya PDK’ê de ye û weke tîm emê li ser hewlên xwe berdewam bin û hemû hewlan bidin.”