Careke din Îsraîlê êrişî gundewarên Şamê kir

Piştî Îsraîlê êrişa herêma di navbera Medemiye Qelemon û Qitêfê yê gundewarên Şamê kir, piştî danê nîvro derdora Seyide Zeyneb hedef girt.

Careke din Îsraîlê êrişî gundewarên Şamê kir
22 mijdar 2023   17:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyekî leşkerî yê girêddayî hêzên hikumeta Şamê ku li ser malpera dezgehên civakî parve kiribû, nêzî saet 15:10′an piştî nîvro dijminê siyonîst bi moşekan ji Colana Sûriyeyê ve êrişî hin nuqteyên li derdora Şamê kir, lê pergala parastina hewayî bersiva da êrişê û moşeke xiste xwarê û di encama êrişê de tenê zirarên madî çêbûn.

Rojnameya El Weten a ser bi hikumeta Şamê ve diyar kir ku dengekî xurt li Şamê hat û dûman derket. Her wiha radyoya Şam FM anî ziman ku dijmin êrişî herêma Behdeliye ya li Seyide Zeyneb kir, lê heta vê kêliyê tu agahiyên li ser birîndaran tune ne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî aşkera kir ku vê berbangê dengê teqînan li gundewarê Şamê dihat û anî ziman ku ew deng di encama êrişa asîmanî ya Îsraîlê li xaka Sûriyeyê bûn.

SOHR′ê destnîşan kir ku Îsraîlê êriş depoyên girêdayî komên bi ser Îranê ve kir. Ew depo li herêma di navbera Medemiye Qelemon û Qitêfe yê Şamê de ne.

(fr)