‘Amerîka rol û hevsengiyên li Rojhilata Navîn ji nû ve saz dike‘

Çavdêran diyar kir ku armanca Amerîkayê ji tayînkirina Tom Barrak wekî nûnerê serokatiyê li Sûriye û Iraqê ew e ku rolên li herêma Rojhilata Navîn ji nû v saz bike û rê li ber hegemoniya Îranê bigire. Tê gotin ku Tehranê bi zêdebûna zextên dan û standinê re rû bi rû ye û  bandora Ewropayê di pêkhatina biryarên navneteweyî de paşketiye. Di heman demê de bang tê kirin ku krîza Kubayê bi rêyên diplomatîk, ne leşkerî were çareserkirin.

‘Amerîka rol û hevsengiyên li Rojhilata Navîn ji nû ve saz dike‘
13 hezîran, 2026   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyayên erebî di rojevên xwe yên vê sibehê de armancên pêşên ên Amerîka li Rojhilata Navîn, siberoja bandoriya Îranê, paşketina hebûna Ewropa di biryardanê de, her wiha rageşiya di navbera Kuba û DYA‘yê de nirxandin.

‘BARRACK Û NÊZÎKATIYEK NÛ YA AMERÎKAYÊ LI HEMBER SÛRIYE Û IRAQÊ‘

Rojnameya El Erebî El Cedîd ku cih da biryara serokê DYA‘yê Donald Trump a tayînkirina Tom Barrack wekî nûnerê xwe yê taybet li Sûriye û Iraqê, diyar kir ku "Ev yek tayînkirin nîşana guherînekê di siyaseta Washingtonê de ye. Ev guherîn armanc dike ku dosyayên Sûriye û Iraqê di nav dîtineke stratejîk a hevbeş de were rêvebirin."

Hate gotin,  veguhestina Tom Barrack ji pozîsyona 'nûnerê taybet ê Amerîkayê' bo 'nûnerê taybet ê serokatiyê' ji guherîneke bingehîn di rayeyan de guhertinke îdarî hildigire. Hat bibîrxistin ku Barrack hîn jî roleke sereke di avakirina siyasetên Amerîkayê yên taybet bi herêmê re de dilîze.

Rojnameyê îşaret pêk kir ku "Washingtonê bi vê gavê hewl dide pergaleke herêmî ya bi hev ve girêdayî ava bike ku Sûriye, Iraq û Lubnanê bihewîne, da ku aramî li herêmê bihêztir bibe û bandora Îranê kêm bibe. Ev yek jî dikare hêza komên çekdar ên girêdayî  Îranê kêm bike."

‘GELO BANDORA ÎRANÊ BÛYE BAREKÎ SIYASÎ?‘

 Rojnameya Şerq El Ewsat bi pirsa "hemwextî mûzakereyên ligel DYA‘yê, gelo bandora herêmî ya Îranê ji çavkaniyek hêzê veguheriye barek li ser Tehranê?" dest pê kir û ev nirxandin kir "Mûzakereyên heyî ji mijara nukleerî û cezayên aborî wêdetir diçin û mijarên bandora herêmî û asta bandora li ser hevalbendên wê yên li li Lubnan, Iraq û Yemenê jî di nav xwe de digirin. Washington vê tora herêmî wekî pêkhateyek girîng a her çareseriyek pêşerojê dibîne, lew ra dixwaze hêza Îranê biceribîne bê ka gelo dikare bandoriya xwe veguherîne amûra istiqrarê û kêmkirina rageşiyê. Lê Tehran vê bandorê wekî hêmaneke herî girîng a hêza xwe ya stratejîk û rewşa xwe ya herêmî dibîne."

‘EWROPA DI AVAKIRINA BIRYARA CÎHANÎ DE NE HAZIR E‘

Rojnameya El Ereb a li Londonê "nebûna Ewropayê ji dikê hêzên mezin" şîrove kir û da zanîn ku parzemîna Ewropayê di gelek mijarên navneteweyî yên bi bandor de bûye "hebûneke tarî û bê giranî".

Rojnameyê bal kişand ser vê yekê ku biryarên der barê şer û aştiyê, bazirganiya cîhanî û birêvebirina nakokiyên herêmî de niha bi giranî li Washington, Pekîn û Moskovê têne dayîn, lê rola Ewropayê bi helwestên dîplomatîk û daxuyaniyên siyasî ve sînordar e.

Rojnameyê sedemên paşketina rola Ewropa di biryardanên navneteweyî de spart "nebûna siyaseteke derve ya yekbûyî ya Ewropa, berdewamiya parçebûna di navbera welatên endam  ên têkildarî dosyayên Çînê, Rûsya û Rojhilata Navîn de. Di heman demê Ewropa di mijara ewlehiyê de xwe dispêre Amerîka û barê hêza hişk hilnagire."

Li gorî rojnamehyê, şerê bazirganiyê yê bi Çînê re aşkera kir ku Ewropa di rewşeke tengav de ye û diyar kir ku "Parzemîna Ewropayê di navbera pêdiviya xwe ya aborî ya ji bo bazara Çînê û xwesteka xwe ya parastina hevpeymaniya xwe ya stratejîk bi Dewletên Yekbûyî re de maye. Hebûna wê di krîzên Rojhilata Navîn de jî li gorî rolên Amerîka, Rûsya û Çînê sînordar xuya dikir. "

‘KUBA DI NAVBERA ZEXTÊN DYA Û VEBIJARKA DAN Û STANDINÊ DE‘

Rojnameya Independent Arabia jî siberoja  Kubayê li gel rageşiya berdewam a di navbera Washington û Havana de nirxand. Li gorî rojnameyê pejirandina hêza leşkerî û cezayên giran dibe ku encamên  berevajî bi xwe re bîne. Rojnameyê nirxandin kir ku  " Rêveberiya Trump bi rêya cezayên aborî, ambargoya li ser petrolê û zexta leşkerî yên bi armanca qelskirina rejîma Kubayê siyaseteke zextê ya herî zêde dimeşîne. Ev siyaset dikare bibe sedema kaosek dirêj an serhildanek çekdarî li şûna bibe veguherînek siyasî ya aram."

Rojnameyê îşaret pê kir ku rejîma Kubayê tevî krîzên xwe yên aborî yên kûr hîna xwedî saziyên hevgirtinê ye ku ji ezmûnên berê yên li herêmê cûdatir e. Di heman demê de baweriya leşkerî ya Kubayê xwe dispêre rêgeza "Şerê tevahî gel", ev jî tê wateya ku her destwerdaneke leşkerî ya rasterast wê bi berxwedaneke demdirêj û giran re rû bi rû bimîne.

Li gorî rojnameyê, " çareseriya herî realîst vekirina kanalên dan û standinên rasterast di navbera her du aliyan de, sivikkirina cezayan bi reformên aborî û siyasî yên gav bi gav re were girêdan da ku gelê Kubayê karibe dûrî şerê çekdarî, hêza xwe di jinûve avakirina aboriya xwe û siberoja xwe de bi kar bîne."

(bb)