Di êrişa Ukraynayê de kesek hat kuştin, 3 kes jî birîndar bûn

Di êrişa dronên Ukraynayê ya li ser bajarokê Temryuk ê Rûsyayê de kesek hat kuştin û 3 kes birîndar bûn. Li benderekê jî şewat derket.

Di êrişa Ukraynayê de kesek hat kuştin, 3 kes jî birîndar bûn
13 hezîran, 2026   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Waliyê herêma Krasnodar a Rûsyayê Benjamin Kondratyev ku agahî li ser hesabê MAX‘ê parve kirin diyar kir ku di êrişa şeva borî ya dronên Ukraynayê ya li ser herêma Temryukê de kesek hat kuştin û 3 kesên din birîndar bûn. 

Kondratyev her wiha da zanîn ku li benderekê jî şewat derket û got, ekîbên agirkujiyê bi beşdariya 96 endaman û zêdetirî 30 erebeyan hewldanên kontrolkirina şewatê didomînin. Di heman demê de saziyên têkildarî û xizmetguzarî xebatên xwe li cihê bûyerê pêk bînin.

(bb)