Aloziya li ser sînorên Urdin û Sûriyeyê rojeva panorama hefteyê bû

Rojnameyên hefteya borî bal kişand ser têkiliya aloziya li ser sînorên Urdin û Sûriyeyê bi şerê di Îsraîl-Hemasê re, her wiha mixabîniya iraqiyan ji pergala siyasî ya di hilbijartinan de, di heman de behsa hewldanên pêkanîna agirbestê li Xezayê kir.

Aloziya li ser sînorên Urdin û Sûriyeyê rojeva panorama hefteyê bû
24 kanûn, 2023   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî behsa pevçûnên li ser sînorê Sûriye-Urdinê, hilbijartinên herêmî yên Iraqî û rewşa li Xezayê kir.

 ‘ALOZIYA LI SER SÎNORÊ URDIN Û SÛRIYEYÊ ARMANCÊN XWE YÊN TAYBET HENE’

Rojnameya El Erebî El Cedîd di nûçeyeke xwe de îşaret pê kir ku li gel ku cîhan bi şerê di navbera Îsraîl-Hemasê re mijûl e, li ser sînorê Sûriye-Urdinê şer û pevçûn di navbera hêzên Urdinê û qaçaxçiyên li başûrê Sûriyeyê de rû didin.

Li gorî rojnameyê Emman hikumeta Şamê bi paşguhkirina parastina sînor tawanbar dike û komên alîgirên Îranê li paş qaçaxçîtiya narkotîkê û çekan ber bi Urdinê ve ne.

Pisporê ewlehiyê û leşkerî yê Urdinê Celal El Ebadî ji rojnameyê re diyar kir ku hin alî dixwazin ewlehiya li bakurê welêt têk bibin û ew jî bi piranî bazirganên narkotîkê ne.

El Ebadî ji rojnameyê re destnîşan kir ku li herêmê aloziyeke ewlehiyê heye û armancên wê yên taybet jî hene û wiha axivî: “Li gel êrişa Îsraîlê li ser xelkê Xezayê û îhtîmala firehbûna encamên wê li ser herêmê, divê Urdin di vê demê de aloziyê gurtir neke.”

Lêkolînerê stratejîk yê Urdinî Amir El Sebayle ji rojnameyê re axivî û got: “Mesele ne qaçaxçîtiya narkotîkê ye lê belê hedefgirtina yekser a sînorên Urdinê û dewleta Urdinê ye. Em ne behsa narkotîkê dikin, em behsa qaçaxçîtiya çekan dikin.”

El Sebayle diyar kir ku bi berdewamkirina şerê li Xezayê re û firehkirina wê heta Deryaya Sor ji aliyê Hûsiyan û milîsên li herêmê ve, dibe ku Urdinê bi kar bînin ji bo ku fişarê li ser deverekê sivik bikin.”

′GELÊ IRAQÎ JI PERGALA SIYASÎ BÊ HÊVÎ YE′

Rojnameya El Ereb cih da hilbijartina meclisên xwecih ên Iraqê. Di nûçeyeke xwe de rojnameyê da zanîn ku ji sala 2013′an ve cara yekemîn e ku li Iraqê hilbijêr diçin ser sindoqan da ku ji bo hilbijartinên meclisên xwecih ên parêzgehan dengê xwe bibin. Li gorî nûçeyê, tê pêşbînkirin ku beşdarbûn kêm be, nemaze piştî ku Tevgera Sedr hilbijartin boykot kir.

Di nûçeyê de wiha tê gotin: “Li gorî rojnamevanê ji DYA′yê yê li Başûrê Kurdistanê dimîne Winthrop Rodgers, beşdarbûna hêdî hêdî ya di her hilbijartinekê de nîşan dide ku gelê Iraqê ji pergala siyasî bê hêvî ye ku xiyanetê li berjewendiyiên xwe yên bingehîn dike.”

‘HEWLDANÊN AGIRBESTÊ BI PÊŞKETINA DAN Û STANDINÊN DÎLGIRTIYAN RE ZÊDE DIBIN’

Rojnameya Şerq El Ewsat di raporeke xwe de ragihand ku serokê Nivîsgeha Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye gihaşt Qahîreyê û diyar kir ku vê serdanê dan û standinên li pişt perdeyê çêdibin û hêviyên pêkanîna agirbesteke nû vejandin.

Li gorî raporê çaverê ye ku şandeyeke din a Cîhada Îslamî hefteya bê serdana Qahîreyê bike, ji bo ku têkildarî agirbesteke muhtemel dan û standinan bike.

Di rapora rojnameyê de, hate diyarkirin ku çavkaniyeke filistînî gotiye dan û standinên bi navbeynkariya Misir-Qeterê çêdibin dê li gorî wê li beramberî serbestberdana dîlgirtiyên filistînî ji girtîgehên Îsraîlê, gelek girtî serbest bên berdan.

Di çarçoveyeke din de di hin raporan de hate gotin, dan û standinên di navbera Fetih û Hemasê de têkildarî siberoja Xezayê ya piştî şer, çêdibin.