Li Kampa Koçberên Girê Spî dewreyên xurtkirina behreyan

Bi armanca parsatina behreyên ciwanan di tevahî aliyan de Komîteya Ciwanan a li Kampa Koçberên Girê Spî dewreyên perwerdê vekirin.

Li Kampa Koçberên Girê Spî dewreyên xurtkirina behreyan
Li Kampa Koçberên Girê Spî dewreyên xurtkirina behreyan
Li Kampa Koçberên Girê Spî dewreyên xurtkirina behreyan
Li Kampa Koçberên Girê Spî dewreyên xurtkirina behreyan
Li Kampa Koçberên Girê Spî dewreyên xurtkirina behreyan
24 kanûn, 2023   06:17
EYN ÎSA

Komîteya Ciwanan a Meclisa Ciwanan a Girê Spî bi armanca geşkirina beşa ciwanan a li Kampa koçberan a Girê Spî dewreyek di warê hînkirina teknolojiya kompîturê de vekir û 30 ciwan û jinên şêniyên kampê tev li bûn. Beriya wê dewreyeke perwerdeyê ya di warê destwerdana lezgîn de ku 40 perwerdekar jî tê de bûn, hat vekirin.

Ciwanên li kampê bi cih bûne ev dewre baş pêşwaz kir. Ji ber ku ew ji bo wan derfeteke baş e ku behreyên xwe xurt bikin û pisporiyan wergirin ku derbasî aliyên xebatê bin. Ji wê zêdetir ku di pêşxistina civakê de aktîf bin û alîkariya malbatên xwe yên di rewşên zehmet ên kampê de dijîn bikin.

Di dewreyan de wane û semînerên teorîk û pratîkî der barê çawaniya bikaranîna destwerdanên lezgîn de tên dayîn.

Yek ji kesên tev li dewreyan bûye, Emîre Ehmed lidarxistina van dewreyan pîroz kir û got: "Herêmên me bi awayekî bênavber tên topbarankirin û birîndarî çêdibin. Ji lew re ev dewre pir girîng in, bi taybet jî di hundirê kampê de hin rewşên awarte derdikevin û li kêlek wê jî baldariya tenduristiyê kêm e."

Ciwanê bi navê Mihemed El Ehmed ku beşdarî dewreya komputerê bûye wiha axivî: "Ev dewre ji bo fêrkirina zêde derfeteke baş e. Bi rêya vê dewreyê computer ji nêz ve tê naskirin. Ev tişt pir girîng e. Ji ber ku di serdema me ya niha de, serdema teknolojî û enternetê pir girîng e."

Ehmed însiyatîfa komîteya ciwanan silav kir û wiha got: "Bê guman ev însiyatîfa komîteya ciwanan pir girîng e. Em beşa ciwanan di kampê de wê binirx dibînin û pişta xwe di aliyê pispogeriyê de didin xwe."

Ehmed wiha dawî li gotina xwe anî: "Mîna van dewreyan asta pisportiyê bilind dike. Ji ber ku ne tenê tiştên destpêkê tên fêrkirin, dewreyên navîn û pêşketî jî ji bo armanc bê wergirtin tên lidarxistin. Bi wê re kesên tev li perwerdeyan dibin ji karên pratîk re amade ne."

(fr)

ANHA