Li Xezayê agirbestê dest pê kir

Agirbesta li ser hatiye lihevkirin li Xezayê saet 07:00′an li gorî dema Filistînê hate destpêkirin, her wiha Misirê lîsteyên girtî û dîlgirtiyan ku çaverê ye werin serbestberdana wergirtin.

Li Xezayê agirbestê dest pê kir
24 mijdar, 2023   09:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Desteya Giştî ya Rapirsînên Misirê Diyaa Reşwan ragihand ku Misirê destpêkirina agirbesta li Xezayê ya bi dema 4′an vê sibehê ragihand.

Reşwan diyar kir ku Misirê ji her du aliyan Filistîn û Îsraîlê lîsteyên girtî û dîlgirtiyên çaverê ye piştî danê nîvro werin berdan wergirtin.

Reşwan di dawiyê de got divê her du alî pabendî agirbestê bin.

(fr)