Di êrişa Amûdê de 3 welatî birîndar bûn

Di êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser kantona Qamişloyê de 3 welatî ji heman malbatê birîndar bûn.

Di êrişa Amûdê de 3 welatî birîndar bûn
24 mijdar, 2023   01:10
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker erebeyek li ser rêya di navbera bajarokê Amûdê û rêya M4 de hedef girt. Ew yek dema malbat bi erebeyê ji gundê Colî yê başûrê Amûdê diçûn mala xwe ya li navçeyê pêk hat.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me dane, navên welatiyên ji heman malbatê birîndar bûne wiha ne; Munîr Faris, Ronak Silêman Mihemed û Ciwan Silêman Mihemed. Yek ji wan birîna xwe giran e.

(fr)

ANHA