Agirbest hat binpêkirin, Hurmuz girtî ye û li Lubnanê şer didome

Agirbesta di navbera Îran û DYA'yê de hatibû ragihandin di roja yekemîn de hat binpêkirin. Li Lubnanê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de şer dewam kir. Tengava Hurmuzê hema bêje hîna girtî ye. Bihayê petrolê daket kêmî hezar dolarî.

Agirbest hat binpêkirin, Hurmuz girtî ye û li Lubnanê şer didome
9 nîsan, 2026   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh di saetên berbangê de agirbest di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de hat ragihandin. Di roja yekemîn de li gelek eniyan agirbest hat binpêkirin. 

Rayedarên welatên Kendavê jî diyar kir ku bi mûşek û dronan êriş li dijî welatên wan hatine kirin.

Tengava Hurmuzê jî heya radeyeke mezin girtî ye. Li tengavê tevgera keştiyên petrolê sînordar e.

Piştî agirbestê buhayên petrolê daketin lê tevî wê jî li gorî dema beriya şer hîna bilind in.

Di aliyê siyasî de jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îran amadekariyên dan û standinan li Îslamabadê dikin. Tê gotin ku Îran dixwaze cezayên li ser wê werin rakirin û bernameya xwe ya nukleerî bidomîne. Lê DYA bi israr e ku bernameya nukleerî ya Îranê bisekine û bandora wê ya herêmî kêm bike.

Li Lubnanê ku DYA'yê ragihandibû ku di agirbestê de cih nagire, şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de dewam kir.

Hizbullahê îro ragihand ku wê mûşek avêtin bakurê Îsraîlê û ev yek wek bersiva li hember binpêkirina agirbestê ya ji aliyê Îsraîlê ve bi nav kir.

Hizbullahê di daxuyaniya xwe ya der barê mijarê de de diyar kir ku wê li wargeha El Menara xistiye û daxuyand ku "heya êrişên Îsraîl û DYA’yê ranewestin, dê bersivê bidomîne."

DYA'yê banga xweragirtinê kir û hişyarî li ser bandorên şer da. Îranê jî diyar kir ku agirbesta Lubnanê şertekî bingehîn ê domandina lihevkirinê ye.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bang kir ku divê agirbest Lubnanê jî bigire nava xwe da ku herêm ber bi pevçûneke berfirehtir ve neçe.

TRUMP CAREKE DIN GEF XWAR

Serokê DYA'yê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê daxuyaniyek da û diyar kir ku leşkerên DYA’yê dê li dora Îranê bimînin. Trump anî ziman ku heta lihevkirineke mayînde pêk were dê keştiyên şer, balafirên şer û personelên leşkerî li herêmê bihêle.

Trump got eger lihevkirin bi dawî bibe dê êriş ji nû ve dest pê bikin û gef xwar ku ev êriş mezintir û hilweşînertir be.

Her wiha Trump ev şert dubare kirin; divê Îran nebe xwedî çekên nukleerî û Tengava Hurmuzê vekirî û ewle be.

(bb)