‘Agirbesta DYA-Îranê sist e, Lubnan navenda ceribandinê ye’

Li gorî çavdêran, agirbesta di navbera DYA û Îranê de nelihevhatineke di navbera tevgera dîplomatîk û rewşa li ser erdê, bi taybetî li Lubnanê, nîşan dide. Çavkaniyan diyar kir ku ev yek dê ji bidawîhatina rastîn a pevçûnê bêtir bibe qadeke ceribandinê ji bo ji nû ve xêzkirina hevsengiyên herêmî.

‘Agirbesta DYA-Îranê sist e, Lubnan navenda ceribandinê ye’
9 nîsan, 2026   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî di rojevên xwe yên îro de cih da agirbesta demkî ya di navbera Îran û DYA'yê de, şerê li Lubnanê, her wiha helwestên aliyên têkildar.

‘PEYMAN ŞERÊ LI SER LUBNANÊ RADIWESTÎNE YAN ÎSRAÎL HEWL DIDE WÊ TÊK BIBE?’

Malpera Al Modon têkildarî agirbesta demkî ya 2 hefteyan a di navbera DYA û Îranê de ku bi navbeykariya Pakistanê hatiye ragihandin, wiha nivîsî: “Lihevkirina agirbestê ji şîroveyên nakok derketiye holê. Lewre jî ji saetên pêşîn ve sist e, nemaze ji ber ku Îsraîl û DYA qada Lubnanê ji çarçoveya agirbestê derxistin û Beyrût û herêmên ditîr bi dijwarî hatin hedefkirin. Bi vê yekê hewl didin beriya dan û standinên pêşbînkirî rewşên meydanî li ser erdê bidin ferzkirin."

Li gorî malperê, 3 vegotinên nakok hene û wiha rêz kirin: "Tehran û Îslamabad peymanê berfireh amade dikin, lê Washington wê wek dualî bi nav dike. Îsraîl operasyonên xwe yên leşkerî didomîne. Ev jî dihêle agirbest ji peymaneke girêdayî bêtir wek pencereyeke dan û standinê be.”

Rojnameya Şerq El Ewsat agirbest wekî nîşaneyeke guhertineke di rewşa Îranê de şîrove kir û diyar kir: "Piştî windahiyên wê yên leşkerî û zextên zêde, şerê dawîn Tehran ber bi qonaxeke nû ya guhertina siyasî û stratejîk ve biriye. Ev yek dihêle ku peyman bibe beşeke rêgeheke berfirehtir ku dikare rola herêmî ya Îranê û pêşeroja rejîma wê ji nû ve saz bike.”

‘DI NAVBERA MENTIQÊ AŞTIYÊ Û MENTIQÊ ŞER DE’

Rojnameya El Xelîc destnîşan kir ku agirbest derfetek e ku herêmê ji şerekî vekirî bide alî. Lê hişyarî da ku berdewamiya êrişan çi li Lubnanê be çi li Kendavê, şansên xurtkirina agirbestê têk dibe û “nakokiyeke di navbera mentiqê aştiyê û mentiqê şer de nîşan didin”.

(bb)