Rewşenbîr: Şer û siyasetên paşguhkirin û dûrxistinê sedemên parçebûnê ne

Rewşanbîran şer û siyasetên paşguhkirin û dûrxistinê wek sedemên parçebûna di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de destnîşan kirin. Her wiha got gurbûna zimanê nefretê û rola neyînî ya medyayê ev parçebûn zêdetir kir.

Rewşenbîr: Şer û siyasetên paşguhkirin û dûrxistinê sedemên parçebûnê ne
9 nîsan, 2026   09:27
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Çalakvan û rewşenbîrên ji Hesekê, Heleb û Idlibê girîngiya ku pêkhateyên Sûriyeyê hev nas bikin, vegot û ev yek wek bingeha aramiya civakê û avakirina welatekî li ser esasê pirrengî û tevkariyê bi nav kir.

Çalakvan Mihemed Fetûh ê ji Helebê diyar kir ku nêzîkbûna di navbera civakên Sûriyeyê de dikare şikestinên ku di salên dawîn de çêbûne, ji holê rake. Her wiha destnîşan kir ku dûrxistina civakan ji hev, xizmeta berjewendiyên welêt nake, lê dibe sedema bêbaweriyê û dabeşbûna heyî girantir dike.

Fetûh ku cara yekemîn e serdana Hesekê dike, anî ziman ku mirovên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê bi awayekî mezin dişibin hev û got: "Bi awayekî kûrtir hev nas bikin, çand û adetên hev binasin da ku welatek ava bibe ku hemû ziman û mezhebên wan bigire nava xwe.”

Nivîskar Ebdulwehb Pîranî yê ji Hesekê jî diyar kir ku hevnaskirin û avakirina baweriyê di navbera sûriyeyan de di vê merheleyê de mijareke sereke ye. Pîranî bi bîr xist ku civaka Sûriyeyê bi dehan salan ji ber siyasetên dûrxistin, înkarkirin û nenaskirina pêkhateyên sereke êş kişandin.

Pîranî jî îşaret bi vê yekê kir ku ji ber siyasetên rejîma berê sûriyeyî cihêrengiya mezhebî û etnîk a li welat nas nakin û bi bîr xist rejîma Baasê ji bo ji bo jiholêrakirina nasnameyên van pêkhateyan dixebitî û gelek caran vê yekê dijminatî û gotinên nefretê bi pêş xist.

Ebdulwehab Pîranî anî ziman ku pêdivî bi pêvajoyeke berfireh û bingehîn a têgihîştina çand, dîrok û pêkhateyên cihêreng ên civaka Sûriyeyê heye. Her wiha daxwaz kir ku ev pêvajo bi rêya dezgehên medyayê, bernameyên televîzyonê û bernameyên dibistanan were xurtkirin da ku têgeha hevkariyê di navbera sûriyeyiyan de xurt be.

Pîranî da zanîn ku Kurd ji destpêka damezirandina dewleta Sûriyeyê ve beşeke girîng in û got, têgihîştineke birêkûpêk di navbera sûriyeyiyan de dikare hevgirtina civakî ya rastîn pêk bîne.

Çalakvanê sivîl Abdullah Yasîn ê ji Idlibê diyar kir sûriyeyî baş hev nas nakin, ev jî bûye sedema kûrkirina nakokiyan. Yasîn bal kişand ser rola medyayê jî û got, medya di salên dawîn de roleke mezin di xurtkirina zimanê nefretê de list.

Yasîn anî ziman ku divê rê li ber zimanê nefetê were girtin û çanda têgihiştina bi hemû pêkhateyan pêş keve. Her wiha destnîşan kir ku civak di belavkirina hişmendiyê, rêgirtina li ber stereotîpan û xebata ji bo avakirina Sûriyeyek ku cihêrengiyê dihewîne û beşdariya hemû pêkhateyên wê di şekildana paşerojek hevpar de misoger dike de roleke girîng dilîze

(bb)

ANHA