73 roj e agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Ji Rojnamevan û edîtorê beşa erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 73 roj e agahî nayê girtin.

73 roj e agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
5 ÇILE, 2024   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Edîtorê beşa erebî ya ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 73 roj e agahî jê nayê girtin.

Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin,  PDK’ê agahiyan di derbarê rewşa Silêman Ehmed de nade.

Parêzerê Silêman Ehemd, Narîman Ehmed diyar kir ku PDK’ê rê nade parêzer muwekîlê xwe bibînin.