Dagirker êrişî gundên Til Temirê dikin: Stasyona ceyranê ji xizmetê derket

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarê Til Temirê topbaran dikin. Di encamê de stasyona ceyranê ji xizmetê derket.

Dagirker êrişî gundên Til Temirê dikin: Stasyona ceyranê ji xizmetê derket
5 ÇILE, 2024   09:51
HESKEÊ

Artêşa Tirk a dagirker  û çeteyên wê ji barbanga îro ve gundên Um El Kêf û Tewîla yên rojavayê navçeya Til Temirê topbaran dikin. Di encamê de ziyan li santrola ceyranê ya 66 K.F bû û stasyona kehrebeyê navçeyê ji xizmetê derket.

Ji ber topbarana ku hîna dewam dike, ekîbên sererastkirinê nikarin xwe bighînin stasyonê.

(bb)

ANHA