Sê pirtûkên li ser Geliyê Zîlan, Efrîn û Êzdayetiyê li ber çapê ne

3  pirtûkên ku “Komkujiya Zîlanê” ya bi navê “Geliyê Zîlan”, Efrînê ya bi navê (Berxwedana Serdemê) û li ser ola Êzîdîtiyê ya bi navê “Qewlên Êzidî” li ber çapê ne.

Sê pirtûkên li ser Geliyê Zîlan, Efrîn û Êzdayetiyê li ber çapê ne
20 gulan, 2026   11:40
QAMIŞLO

Weşanên Şilêrê 3 pirtûkên (Qewlên Êzîdî, Geliyê Zîlan û Berxwedana Serdemê) ji çapê re amade kiriye û dê di rojên pêş de çap bike. 

Pirtûka “Qewlên Êzîdî” pirtûka nivîskar Silêman Cefer e. Pirtûk olî ye, ola Êzîdîtiyê û rêûresma wê dike mijara xwe. Pirtûk bi zimanê Kurdî hatiye nivîsîn û ji 400 rûpelî pêk tê.

Pirtûka “Geliyê Zîlan” pirtûka nivîskar Sedat Ulugana ye û ji Tirkî wergerî Erebî hatiye kirin. Mihemed Kemal werger kiriye. Mijara pirtûkê li ser “Komkujiya Zîlanê” ye. Dewleta Tirk di dema Serhildana Agiriyê ya li Bakurê Kurdistanê de, li Geliyê Zîlan ê herêma Serhedê komkujiyek pêk anî. Di dîrokê de weke “Komkujiya Geliyê Zîlan (1930)” tê bîranîn. Pirtûk ji 300 rûpelan pêk tê.

Pirtûka “Berxwedana Serdemê” pirtûka Ebdullah Şikakî ye û bi zimanê Erebî hatiye nivîsîn. Nivîskar berxwedana Efrînê ya 58 rojan û jiyana Efrîniyên ku ji ber êrişan koçberî Şehbayê kirine vedibêje. Pirtûk şahidiya berxwedanê dike. Nivîskar hevdîtin bi kesên bûne şahidê berxwedanê re kiriye û weke belgeyek a berxwedanê hatiye nivîsîn. Pirtûk ji 600 rûpelan pê tê.

(bî)

ANHA