Hêzên Îsraîlê li Sûriyeyê 2 ciwan girtin

Hêzên Îsraîlê derbasî gundewarên Quneytîra û Derayê bû û li wan deveran 2 ciwan girtin.

Hêzên Îsraîlê li Sûriyeyê 2 ciwan girtin
20 gulan, 2026   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro dewriyeyeke Îsraîlê 2 ciwan ji gundên Besalî û Umm El Luqs ên Quneytîrayê girtin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku hêzeke Îsraîlê ya ji 3 wesayîtên leşkerî pêk dihat, li nêzî Wadî El Reqad a li herêma Yermûk a li rojavayê Derayê, kete herêmê, di heman demê de balafirên şer ên Îsraîlê jî li ser herêmê firiyan.

Her wiha li ezmanên rojavayê Derayê jî roja sêşemê bi şev helîkopterên Îsraîlê firiyan.

(k)