Kulêreya Minbicê

Firneya Klay ku ev 42 sal e hatiya çêkirin û kevintirîn firneyên Minbicê ye, di meha rojiyê de kulêreyên (marûkên) bi heman çêjê çêdike.

Kulêreya Minbicê
Kulêreya Minbicê
Kulêreya Minbicê
Kulêreya Minbicê
Kulêreya Minbicê
Kulêreya Minbicê
Kulêreya Minbicê
Kulêreya Minbicê
26 adar 2024   06:38
MINBIC
MIHEMED EL ŞÊX

Di meha Remezanê de xwarinên taybet tên çêkirin, di serî de xwarina herî navdar kulêr  e. Firneya Wehdê (Klay) ya herî kevn a bajarê Minbicê ye ku bi çêkirina kulêreyan tê naskirin. Heta niha jî firneyê heman çêja kulêreyan parastiye.

Apê Mihemed Hec Hisên ku bi navê Klay tê naskirin, xwediyê firneya Wehdê ye. Şêniyên Minbicê ji ber werzîşvanê bukserê Mihemed Elî Klay ew nav li wî kir, ji ber ku ew jî di ciwaniya xwe de bukser bû.

Firneya Wehdê anku wek şêniyên Minbicê jê re dibêjin firneya Klay di 1982'yan de hat vekirin û ji wê demê ve kek û pastan çêdike û di meha Remezanê de bi taybetî kulêreyan çêdike.

Kulêre yek ji xwarinên taybet ên meha Remezanê ye. Ew dişibe nên bi ser de şerbeta şekir tê danîn.

Mihemed Hec Hisên (50) di 8 saliya xwe de fêrî pîşeya xwe bû û ji wê demê ve vî karî dike û kesên din fêr dike.

Hec Hisên wiha axivî: "Di her salê de zêdetirî 10 kes vê pîşeyê ji min fêr dibin."

Hec Hisên destnîşan kir ku gelek firne di çêkirina kulêreyan de hene, tenê av, şekir û ard bi kar tînin

 lê belê ew mehleb jî lê zêde dike, ji ber wê şênî ji kulêreyên wî hez dikin û ew kulêre çêjeke xweş didin.

Hec Hisên wiha domand: "Em nikarin hêmanan biguherînin, hincaran em kulêreyan bi kêmtirî lêçûnê difiroşin û zirarê dikin, tenê ji bo ku em navê xwe yê ji gelek salan de ji dest nedin."

Hec Hisên diyar kir ku berê ji bo çêbûna kulêreyan di firneyên normal de hinek dem pêwîst dibû, lê niha ji ber hebûna firneyên nûjen kulêre zû û bi cûreyên herî baş çêdibin.

(mh)

ANHA