Li dijî baviksalariyê Jineolojî

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 2 aliyan ve têkoşînek xurt bi tundiyê re tê meşandin. Li rex şerê li feraseta baviksalariyê, zîhniyeta azadiya jin tê birêxistinkirin.

Li dijî baviksalariyê Jineolojî
24 mijdar, 2023   03:35
QAMIŞLO

Di salvegera 63`yemîn a îlankirina Roja Têkoşîna Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî de li cîhan û Kurdistanê têkoşîn piralî û kûr dibe. Serdema zanîn û teknolojiyê tundî û şerê li dijî wê mezin kiriye. Zihniyeta baviksalarî hemû zanist û teknîka di destê xwe de wekî amûrê şîdetê bikar tîne; li beramberî wê zihniyeta têkoşîna azadiya jin û civakê jî berfireh dibe, vediguhere sazûmaniyê.

Li cîhanê her roj ji aliyê ziniyeta baviksalar ve di warê siyasî, bîrdozî, fîzîkî, malbatî, zayendî, teknolojî, çandî, derûnî, civakî, aborî û hwd de hemû cûreyên tundiyê tên pêkanîn û li ser civakê tên ferzkirin. Li Kurdistanê ev şidet hîn bi awayekî kûrtir tê meşandin; li gel van cûreyên tundiyê hêzên dagirker di heman demê de tundiyê ji aliyê bîrdozî û mêtîngeriyê ve wekî rêbazek sereke ya şerê taybet didin meşandin.

Tevgerên azadîxwaz, demokrat, feminist û şoreşger beramberî tundiyê li erdîngariyên cîhanê têkoşînê dimeşînin, lê bi pêşengiya tevgera azadiya jin a Kurdistanê tora hişmendî û rêxistinkirina azadiyê belav û jiyanî dibe. Bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gel Şoreşa 19`ê Tîrmehê gavên gelekî girîng hatine avêtin.

TÊKOŞÎNA PIRALÎ

Li herêmê têkoşîna dijî tundiyê li ser 2 hêmanên sereke tê meşandin. Ya yekemîn û girîng avakirina zihinyeta demokratîk û azad; ya duyemîn jî jiyankirina vê zihniyetê û ji holê rakirina feraseta tundiyê ye.

Xebatên zihniyetê di bin sîwaneya Jineolojiyê de piralî û kûr tên meşandin. Jineolojî ku çavkaniya xwe ji fikrên Rêber Abdullah Ocalan digire û wekî zanistekê hatiye avakirin û sazûmaniya xwe pêk aniye. Li aliyekê lêkolîn û tespîtan dike, li aliyê din bi avakirina saziyên belavkirina zihniyetê re materyal û mufredatên perwerdeyê jî amade dike.

BAVIKSALARÎ Û MÊRSALARÎ

Jineolojî girîngiyê dide tespît-pênasekirinê û li gorî van tespîtan jî çareseriyê datîne hole. Yek ji tespîtên herî girîng ku jineolojî dike, li ser têgehên baviksalarî û mêrsalarî ye. Baviksalarî wekî bingeha tundiyê hatiye pênasekirin û hemû cûreyên tundiyê dihewîne; Ne tenê li hemberî jinê, dijî zilam û tevahî civakê tê meşandin. Li gorî pênaseya Jineolojiyê mêrsalarî di çarçoveyek hîn tengtir de ye û zêdetir ferasetek dijî jinê ye, dikare bê guhertin, sererastkirin.

Her pêkanîneke li derveyî daxwaza jinê bi tundiyê hatiye binavkirin. Tacîz, tecawiz, biçûkdîtin, dev-avêtin, kuştin, ji kar derxistin, sîxurtî û normalîzekirina van pêkanînan wekî çend rengên tundiyê hatine rêzkirin. Bal tê kişandin ku tundî di aliyê fizîkî, derûnî, aborî, zayendî, malbatî, siyasî, teknolojî û civakî de tê meşandin.

BÎRDOZIYA DESTHILDARIYÊ: ZAYENDPERESTÎ

Di zanista Jineolojiyê de tundiya li ser jinê, koledarkirin û mêtîngehkirina wê wekî tundiya yekemîn a dîrokê hatiye pênasekirin, lewma zayendperestî bîrdoziya yekemîn a desthildariyê hatiye destnîşankirin. Zihniyeta olperestî, netewperestî û zanistperestiyê jî bi wê re pêş ketiye, ji ber vê yekê mêtîngehkirina jinê wekî mêtîngehkirina welatek-civakekê hatiye binavkirin.

Girêdayê vê tespîtê tenê rizgarkirina welatekê ji dagirkeriyê nayê wateya azadbûn û bidawîkirina tundiyê; heke bi rizgarkirina welat re zihniyet neguherî be, şidet bi rengên cuda berdewam dike. Lewra pêdivî bi têkoşînek mezintir çêdibe; pirsgirêk tenê bi hinek biryar û qanûnan nayê çareserkirin, lewma pêwîstî bi avakirina zihniyetê heye.

Di vê çarçoveyê de herikîna dîrokî ya zihniyeta baviksalarî hatiye lêkolînkirin, bi mînakên li cîhan û Kurdistanê hatiye vegotin. Li gorî vê yekê di dîrokê de li dijî jinê 4 operasyonên mezin hatine pêkanîn. Bi ya yekemîn re jin kirine koleya male; bi ya duyemîn re jin kirine amûra zayendiyê; di ya sêyemîn de keda jinê nehatiye dîtin, qedrê wê nehatiye girtin û di aborî de tune hatiye hesbandin; di ya çaremîn de jî bedena jinê wekî amûrekî herî zirav hatiye bikaranîn, Jin li her qadekê (siyasî, aborî, zayendî, tekolojî, reklam, huner, spor) wekî alavekê tê bikaranîn.

XWEBÛN

Di xebatên Jineolojiyê de li ser esasê van lêkolîn û tespîtan rêya çaresriya pirsgirêkan, rêbazên avakirina îrade, zanyarî û hişmendiyê hatine vegotin. Di vê bingehê de têgeha Xwebûn ku Rêber Abdullah Ocalan di pareznameyên xwe de bal kişandiye ser, wekî têgehek sereke hatiye destnîşankirin. Xwebûn di wateya xwe naskirin, îradebûn û ayîdê xwe de hatiye ravekirin. Girêdayî vê pênaseyê têkoşîna dijî tundiyê wekî têkoşîna zihniyetê hatiye nirxandin. Bal hatiye kişandin ku zihniyet wê bi perwerdeyê çêbibe, perwerde jî bi sazûmaniyê pêkan e. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vê hişmendiyê lêkolînên dîrokî, civakî, bawerî, malbatî û hwd hatine kirin; mufredat û materyalên perwerdeyê hatine amadekirin.

AKADEMÎ Û PERGALA PERWERDEYÊ

Ji bo pêkanîna zanista Jineolojiyê li Heleb, Şehba, Minbic, Kobanê, Reqa, Hesekê, Qamişlo û Dêrikê akademî û navendên lêkolînê hatine vekirin. Li van navendan perwerde tê dayîn, perwerdevan tên gihandin û materyalên perwerdeyê tên amadekirin. Di Jineolojiyê de azadiya jinê di heman demê de weke azadiya mêr tê pênasekirin, lewma ji bo mêran jî perwerde tên dayîn. Tê hedefkirin ku di tevahiya pergala perwerdeya herêmê de ev zihniyet bê belavkirin, di vê çarçoveyê de ji hêlînxaneyên zarokan heta zanîngehê ji bo amadekirina mufredatan tevkarî tê kirin.

Ji bilî mufredatên dersan li dibistanên amadehî Jineolojî wekî ders tê dayîn, li 3 zanîngehên herêmê jî (Zanîngeha Rojava, Zanîngeha El Şerq, Zanîngeha Kobanê) Jineolojî wekî beş hatiye bicihkirin.

Li ser mijarên hevjiyana azad û malbat, parastin, aborî, siyaset, civak û çand jî broşûr hatine amadekirin, ji bo jin û mêran perwerde û civîn hatiye çêkirin, senvîzyon û silayt hatine pêşandan. Her wiha li ser teknolojiya dijîtal û peywendiya wê ya bi tundiyê re jî lêkolînek berfireh tê kirin; tê hedefkirin ku encama vê lêkolînê wekî broşûr yan jî pirtûk bê amadekirin.

SAZÛMANÎ

Avakirina zihniyetê di jiyanê de jî wekî rêxistinbûnên xweser û giştî xwe nîşan dide. Ji parastin heta siyaset, aborî, çand û adaletê bi dehan rêxistinên xweser ên jinan hatine avakirin û projeyan pêk tînin. Di nava sîstema Rêveberiya Xweser de jî, ji komînan heta meclisên qanûnsaz û rêveber, komîteyên dîplomasî, parastin, aborî û perwerdeyê pergala hevserokatiyê tê pêkanîn.

Encamên vê têkoşîna tê meşandin di jiyanê de bi rengên cuda xwe dide der. Her çi qasî zihniyeta baviksalariyê bi temamî nehatibe rakirin jî, ji malbatê heta sazî û dezgehan rengên cuda yên tundiyê hebin jî, hem têkoşîna zihnî belav dibe, hem jî li beramberî tundiyê tedbîr tên girtin.

(a)

ANHA