​​​​​​​Kongra Star: Em ji bo azadiya Rêber Abullah Ocalan dengê xwe bilind bikin

Kongra Star tevlêbûna xwe ji pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji Pirsgirêka Kurd Çareseriya Siyasî” ragihand û bang li rêxistin û tevgerên jinan kir ku beşdarî pêngavê bibin.

​​​​​​​Kongra Star: Em ji bo azadiya Rêber Abullah Ocalan dengê xwe bilind bikin
16 cotmeh 2023   10:41

Kongra Star tevlêbûna xwe ya pêngavê bi daxuyaniyekê ragihand. Daxuyanî ji aliyê berdevka Koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo ve li ber avahiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li bajarê Qamişlo hat xwendin.

Rîhan anî ziman ku ev pêngav ji bo wan xwedî wateyek mezin e û bersiva herî mezin a li hemberî komploya navneteweyî ye û got: “Kar û helwesteke bi vî rengî hêja ye. Wekî rêxistina Kongra Star em jî ji qada Şoreşa Jinan tevlî vê kampanyayê dibin, dengê xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdulllah Ocalan û çareserkirian siyasî ya doza Kurd bilind dikin.”

Rîhan, tecrîda girankirî ya dijî Rêber Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir û wekî binpêkirina qanûnên mafên mirovan hesiband.

Rîhan bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker jî û got: “Li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Başûrê Kurdistanê, Mexmûr û Şengal cihên sivîlan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên bombebarkirin. Sivîl, jin, zarok, kal û hêzên parastinê tên qetilkirin. Li pey hev li tevahî cihên binesaziyê, dibistan, mizgefta Wargeha Mexmûrê ku di bin parastina NY`ê de ye, malên sivîlan bombebaran dike. Ev êrişên qirkirinê wê nebin sedema ku Kurd gava xwe paş ve bavêjin.”

Berdevak Koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo bang li hemû jinên azadîxwaz, siyasetmedar, akademîsyen, parlementer, nivîkar, hunermend û rewşenbîr, her wiha bang li rêxistin û tevgerên jinan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe mezin bikin.

Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji Pirsgirêka Kurd Çareseriya Siyasî” 10`ê Cotmehê li 74 navendên cîhanê hatibû destpêkirin.

(sb/c)

ANHA