Îranê rêwîtiyên hecê ber bi Sûriyeyê ve taloq kirin

Piştî êrişên Îsraîlê yên dijî balafirgehên Şam û Helebê, Îranê rêwîtiyên hecê ber bi Sûriyeyê ve heta demeke nediyar taloq kirin.

Îranê rêwîtiyên hecê ber bi Sûriyeyê ve taloq kirin
16 cotmeh 2023   10:11

Li gorî medyaya Îranê, ji ber rewşa Xezayê û bandora şerê vê dawiyê Îranê rêwîtiyên hecê ber bi Sûriyeyê ve heta demeke nediyar taloq kirin.

Endamê Rêxistina “Hecê” Hemîd Rîda diyar kir ku taloqkirina rêwîtiyan girêdayî dozên ewlehiyê ye û destnîşan kir ku herî dawî 85 hecac ji Tehranê roja sêşemê gihaştin Şamê.

Ev gav piştî êrişa Îsraîlê ya dijî balafirgehên Heleb û Şamê û derketina wan ji xizmetê pêk tê.

Wezareta Veguhastinê ya Sûriyeyê jî ji ber heman sedemê ragihand ku hemû rêwîtiyên hewayî veguhestine balafirgeha Lazîqiyê.

Her sal ji Îran, Iraq û Lubnanê bi armanca serdana cihên pîroz ên Şîe, gelek kes serdana Sûriyeyê û bi taybet paytexta wê Şamê dikin.

Îranî herî zêde serdana Gora (Meqam) Es-Seyda Zeyneb a li Şamê dikin.

(şx/c)