37 ciwanên Cidîd El Begara banga QSD`ê bersivand

Ciwanên bajarokê Cidîd El Begara yê Dêrazorê banga QSD`ê ya vegera herêmê bersivand û soz da ku helwestên xwe yên berê dubare nekin.

37 ciwanên Cidîd El Begara banga QSD`ê bersivand
16 cotmeh 2023   10:52

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) 27`ê Tebaxê li bejahiya Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ`ê, sûcdar û bazirganên narkotîkê operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” dabû destpêkirin. Operasyon 8`ê Îlonê bi dawî bû.

QSD`ê, 25`ê Îlonê daxuyaniyek dabû û bang “li tevahî çekdarên çûne herêmên serweriya rejîmê û yên destê wan di bûyerên dawîn ên li Dêrazorê de hene” kiribû ku bi hêzên wan re bikevin peywendiyê, rewşên xwe çareser bikin û vegerin herêmê.

37 ciwanên bajarokê Cidîd El Begara yê rojhilatê Dêrazorê banga QSD`ê bersivand û soz dan ku helwestên xwe yên berê dubare nekin.

Ciwanan bang li her kesî ku li dijî gel û hêzên leşkerî çek rakiriye kir ku vegerin herêmê, helwesta xwe sererast bikin û beşdarî parastina ewlehiya herêmê bibin.

(şx/c)