Hêzên Şamê dîsa êrişî bejahiya Heleb û Idlibê kir

Hêzên hikumeta Şamê gelek gundên li bejahiya Heleb û Idlibê bi çekên giran topbaran kirin.

Hêzên Şamê dîsa êrişî bejahiya Heleb û Idlibê kir
16 cotmeh, 2023   08:38

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê gundên Kefer Eme û Kefer Teal yên rojavayê Helebê, bajarokên El Fitêra, Filêfil û Sifohin ên herêma Çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê yên dikevin nava herêma “bêçek” topbaran kirine.

Duh (15 Cotmeh) di topbarana hikumeta Şamê ya li dijî devera El Riweyha ya çiyayê Zawiyê de 2 çeteyên Tehrîr El Şam hatibûn kuştin.

Her wiha di êrişa hikumeta Şamê ya li dijî seyareyeke leşkerî li ser rêya El Kende ya li bejahiya Cisir Şixûr de, 2 çeteyên Lîwa El Hemze yên girêdayî çeteyên Tehrîr El Şam birîndar bûne.

(c)