Îsraîl û Hemasê îdiaya agirbesta Xezayê derewand

Hat îdiakirin ku li gorî lihevkirineke Îsraîl, Amerîka û Misirê li Xezayê agirbest hatiye îlankirin, lê Îsraîl û Hemasê ev îdia derewand. Li herêmê şer û pevçûn berdewam dikin.

Îsraîl û Hemasê îdiaya agirbesta Xezayê derewand
16 cotmeh, 2023   08:24

Li gorî nûçeya Reutresê, Îsraîl, Amerîka û Misirê li ser agirbesteke demkî li başûrê Xezayê li hev kiriye û agirbest ji saet 6:00`an li gorî dema GMT hemwextî vekirina deriyê sînor ê Refehê ketiye meriyetê.

Lê Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser hesabê “X” daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku niha ne agirbest, ne jî gihandina alîkariyan bo Xezayê li hember derxistina biyaniyan, nîn e.

Wezareta Peywendiyan a girêdayî Tevgera Hemasê jî daxuyand ku haya wê ji mijarê nîn e.

Şer û pevçûnên li herêmê yên navbera Îsraîl û Hemasê 10 roj in berdewam dikin.

 Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di êrişên Îsraîlê de 2 hezar û 670 filistînî hatine kuştin, 9 hezar û 600 jî birîndar bûne, hezar kesên din windayî ne û tê texmînkirin di bin kavilan de bin.

Artêşê Îsraîlê jî ragihand ku zêdetirî hezar û 400 îsraîlî hatine kuştin û herî kêm 155 îsraîlî ji aliyê Hemasê ve dîl hatine girtin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê jî da zanîn ku derdora nîv milyon filistînî ji bakurê Xezayê ber bi başûrê wê ve koçber bûne.

Nivîsgeha Kar û Barên Mirovî ya girêdayî NY`yê jî diyar kir ku sotemeniya li nexweşxaneyên Xezayê tenê têra 24 saetan dike û ev yek bi hezaran nexweşan bi xeteriyê re rû bi rû dihêle.

Li gorî zanyariyan, beriya êrişa bejahî ya muhtemel a Îsraîlê zêdetirî milyonek niştecihên Xezayê koçber bûne. Komên Alîkariyê hişyarî da ku êrişa bejahî ya Îsraîlê dibe ku lezê bide rûdana karesateke mirovî.

Artêşa Îsraîlî îro wêne û navên 6 fermandarên siyasî û leşkerî yên Hemasê ku di êrişên li ser Xezayê de hatine kuştin, parve kirin.

(şx/c)