​​​​​​​Cenazeyê rojnamevan Necmedîn Salaz ber bi Bakur ve hat oxirkirin

Cenazeyê rojnamevan, nivîskar û kedkarê çapemeniya azad Necmettîn Salaz li bajarê Silêmaniyê bi merasîmekê ber bi cihê lê ji dayik bûye Bakurê Kurdistanê ve hate şandin.

​​​​​​​Cenazeyê rojnamevan Necmedîn Salaz ber bi Bakur ve hat oxirkirin
16 cotmeh, 2023   08:53

Merasîma ji bo oxirkirinê saet di 10:00’an de li Salona Sînema Salim a bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê dest pê kir. Gelek rojnamevan, nivîskar, hunermend, malbat û dostên rojnamevan Necmedîn Salaz beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de, der barê jiyana kedkarê ragihandina azad Necmedîn Salaz de sînevîziyonek hate nîşandan.

Piştî sînevîziyon, li ser navê şîrketa ragihandinê ya Çetir, Aras Îbrahîm axaftinek kir. Îbrahîm bal kişande ser xebatkariya şehîd Necmedîn Salaz û got ku ewê timî li ser rêya wî de xebatên xwe bidomînin.

Kurteyek ji peyama Hevserokatiya KCK’ê ya bi boneya şehîd Necmedîn Salaz hatibû dayîn, hat xwendin.

Piştre Rêveberê televîzyona Kurdsat Rasan Muxtar jî peyamek xwend. Muxtar da zanîn ku ew kêyfxweşin ku ferdek weke Necmedîn Salaz nas kirine û bi salan ligel hev xebat kirine. Muxtar her wiha diyar ku şehîd Salaz di demeke kurt de cihê xwe di nava dilê hemû malbatên bajarê Silêmaniyê vekir.

Piştre peyama Serokê YNK’ê Bafil Talebanî hat xwendin. Di peyamê de hatibû gotin ku ew ji ber şehadeta Salaz xemgîn in.

Nivîskar û Siyasetmedarê navdar ê Başûrê Kurdistanê, Mihemed Emîn Pêncewînî jî axaftinek kir. Pêncewînî da zanîn şehîd Necmedîn Salaz weke stêrkekî bû û got, sembola welatparêziya resen bû.

Peyama ku hevjîna Serokkomarê Iraqê, keça Îbrahîm Ehmed, Şanaz Ehmed ji bo merasîmê şandibû, xwendin.

Piştre hevxebata şehîd Nemcedîn Salaz, Rojnamevan Semîra Seîd axivî û diyar kir ku şehîd Necmedîn Salaz şehîdê pênûs e û timî weke têkoşerekî welatparêz xebat kir.

Rojnamevan, Semîra Seîd di dawiya axaftina xwe de biryardariya xwe ya ji bo şopandina rêya şehîd Necmedîn Salaz nîşan da û sersaxî ji malbat, gelê Kurd û hevxebatên wî re xwest.

Di dawiyê de li ser navê malbatê Cemîl Demîr axaftinek kir. Demîr ku şehîd Necmedîn Salaz weke Mamoste pênase kir û got: “Mamoste bi rastî jî welatparê bû. Ti carî serî li hemberî zilm û zordariya dewleta Tirk a dagirker netewand.”

Demîr behsa helwest û jiyana pir tije ya şehîd Necmedîn Salaz kir. Di dawiyê de Demîr gotin û peyamên endamên malbatê xwend.

Piştî axaftinan cenazeyê kedkarê ragihandina azad şehîd Necmedîn Salaz bi dirûşmeyan ber bi warê wî ango bajarê Wan a Bakurê Kurdistanê ve hat birêkirin.