Ji PYD′ê banga tevlêbûna pêngava "Ji Rêber Apo re azadî"

PYD′ê  banga tevlêbûna pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’′ kir û got: " Em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê têkoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bike û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bîne.′′

Ji PYD′ê banga tevlêbûna pêngava "Ji Rêber Apo re azadî"
15 cotmeh 2023   19:24

Partiyên siyasî û sendîkayên ji 74 welatên cîhanê di  10′ê Cotmehê de pêngava "Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" ragihand.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bi pêngavê re ragihand û banga tevlêbûnê kir.Di daxuyaniyê de hate gotin ku doza Kurd ji yek dozên pêşîn in ku divê bê çareserkirin û hate gotin: "Ji ber ku ev doz bi deh mîlyonan mirovên li Kurdistanê ya ku navenda aloziya Rojhilata Navîn e, eleqdar dike û kilîta çareseriyê di destê Rêber Abdullah Ocalan de ye. Ev 25 sal e Rêber Abdullah Ocalan li gireva Îmraliyê di zindaneke yek kesî de ye û di bin îşkenceyê de ye."

PYD′ê daxuyan ku pirsgirêka Kurd encama çavnebariyên hêzên hegemonîk ên cîhanê  ye û got, van hêzan sînorê dewlet-netewe li gorî berjewendiyên xwe xêz kirine ne û hêviyên gelan înkar kirine.

PYD′ê bal kişand ku Peymana Lozanê xeleka dawîn a planên hêzên hegemonîk bû û wiha berdewam kir: "Di encama Peyama Lozanê de Kurdistan di navbera çar dewletan de hat dabeşkirin. Ji wê dîrokê ve qirkirin û komkujiyên li dijî gelan nesekinîne, li beramberî wê jî serhildanên pêkhate û gelan, di serî de gelê Kurd ê berxwedêr li hember zulm, zordestî û despotiyê ranwestîn. Ji ber vê yekê jî Kurdistan bû navenda şerên cîhanî û herêmî û alavên wan, şer jî aştiya cîhanê dixe metirsiyê.

Rêber Abdullah Ocalan di vê êşê de ji dayîk bû û mezin bû.  Karîbû fikr û felsefeya neteweya demokratîk ku melhema girêka hêzên hegemony ji sedsalekê ve afirandiye, pêş bixe. Her wiha karî hêza pêwîst a ku wê pêk tîne, biafrîne. Ji ber wê hêzên hegemonîk komplo li dijî wî li dar xist, Rêbertî radestî dewleta Tirk kir ku tu pîvanên exlaqî û qanûnî nas nake. Li dijî wî ji 25 salan ve, her cure îşkence dimeşîne.

Gelê Kurd bi tevahiya rêxistin û hêzên xwe yên siyasî bi hêzên demokratîk cîhanî yên ku ji bo aştî û aramiya cîhanî kar dikin re, her wiha dostên gelê Kurd pêngavek bi navê `Azadî ji Rêber Apo re û çareserî ji pirsgirêka Kurd re` li ser asta cîhanê dane destpêkirin. Ji ber ku em li Rojavayê Kurdistanê parçeyek ji vê dozê ne û yek ji hêzên ku banga aştî û çareseriyê li Sûriyeyê û li herêmê dikin, em bang li hemû endam, alîgirên partiyê û tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku tev li vê pêngavê bibin. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê têkoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bike û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bîne′′