Gundên Şera, Şêrawa û Şehbayê tên topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker gundên Şehba, Şera û Şêrawayê topbaran dike.

Gundên Şera, Şêrawa û Şehbayê tên topbarankirin
11 cotmeh, 2023   18:52

Artêşa Tirk a dagirker gundên Til Cîcan, Teanê, Simuqa, Bendava Şehba, Hirbil, Şêx Îsa, Beluniyê û Minix ên kantona Şehbayê bi dijwarî topbaran dikin.

Her wiha gundên Merenaz, Elqamiyê, Şêwarxa,Tat Maraş ên navçeya Şera, gundên Soxanekê, Aqîbê û Bênê yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran dikin.

(bb)

ANHA