​​​​​​​Li Silêmaniyê êrişa çekdarî: Endamekî MÎT′ê hat kuştin

Hate diyarkirin ku welatiyekî Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê bersiva da êrişa hemwelatiyê Tirk û êrişkar hatiye kuştin.  Hate zanîn êrişkar endamekî MÎT′ê ye.

​​​​​​​Li Silêmaniyê êrişa çekdarî: Endamekî MÎT′ê hat kuştin
11 cotmeh 2023   18:27

Li gorî nûçeya Rojnewsê, îro di saetên êvarê de li bajarokê Sengeser ê girêdayî navçeya Pişder a ser bi Îdareya Raperîn ya girêdayî Parêzgeha Silêmaniyê kesekê ku hemwelatiyê Tirkiyeyê ye, li ser motorsîkletê û bi çekê êrişî welatiyê Kurd ê Başûrê Kurdistanê kir. Hate zanîn ku welatiyên ji Başûrê Kurdistanê bersiva êrişkar da û di encamê de êrişkarê ji Tirkiyeyê hate kuştin.

Li gorî heman çavkanî, kesê hatiye kuştin endamê MÎT’a Tirk e.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên taybet bi dest Rojnews’ê ketine, endamê MÎT’ê yê ku êrişê welatiyê Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê kir kesê bi navê Sînan Demiryurek ji bajarê Tokatê yê Tirkiyeyê ye û demeke li bajarê Silêmaniyê dijî.