​​​​​​​Jinên ji Heleb û Dêrazorê: Bexwedan vebijêrka me ya yekane ye

Jinan ji Heleb û Dêrazorê destnîşan kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bersiva wan serhildan û berxwedan e.

​​​​​​​Jinên ji Heleb û Dêrazorê: Bexwedan vebijêrka me ya yekane ye
12 cotmeh, 2023   00:48

Dewleta Tirk a dagirker ji 4`ê Cotmehê ve êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kirin. Di wan êrişan de, jîngeh, navendên stratejîk û binesaziya herêmê kirin hedef.

Jinên ji Heleb û Dêrazorê piştgiriya xwe bi hêzên xwe yên parastinê re nîşan dan û gotin, bersiva wan a li hemberî êrişan berxwedan e.

`EM NAHÊLIN DAGIRKER ARMANCÊN XWE PÊK BÎNE`

Jina Zeyneb Osman anî ziman ku divê dagirker fêm bike ku nikare vîna gelê berxwedêr bişikîne.

Zeyneb Osman bal kişand ser xurtkirina têkoşînê û kombûna li derdora yekîneyên parastinê û wiha domand: "Em ê li qadan bin û piştgiriya hêzên xwe bikin. Em bi gelê xwe yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ne û em nahêlin dewleta Tirk a dagirker armancên xwe pêk bîne.”

Solîn Mihemed jî êrişên li dijî gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û got: “Em şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye li hember van êrişan bê deng namînin. Em ê serî hildin.”

Solîn Mihemed soza şopandina xeta şehîdan da û wiha pê de çû: “Têkoşerên azadiyê bi tevahî hêza xwe şer kirin û di rêya parastina me de şehîd bûn. Em dev ji wan bernadin, em ê bi xwedîderketina li hêzên xwe yên leşkerî rêya wan û doza wan bidomînin. Em ê bihêlin ku dijmin berdêlê sûcên xwe bide.”

Weqfiye Koçer anî ziman ku êrişên dewleta Tikr wê bê bersiv nemînin û got: "Rewşeke dijwar li ser me hatiye ferzkirin. Ev êrişên tên kirin dê bê bersiv namînin, dê bersiva me jî serhildan û berxwedan be. Di vê qonaxê de divê xebateke mezin bê kirin. Divê em hevgirtî bin, têkoşînê xurt bikin û planên dijmin têk bibin."

Weqfiye Koçer bang li gel û pêkahteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku ji planên dijmin hişyar bin û got dewleta Tirk a dagirker armanc dike gelê Kurd qir bike.

′EM MIL BI MIL LI HEMBERÎ ÊRIŞAN RADIBIN′

Ruqeye Ehmed El Elî ya ji gundewarê rojavayê Dêrazorê got ew li dijî her destwerdaneke derve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne û got: "Em mil bi mil li dijî her êrişekê radibin."

Ruqeye îşaret bi hewlên derxistina fitneyan di navbera pêkhateyan de kir û got ev hewldan bi destwerdana aliyên derve û di bin navê ′′eşîran′′ de pêk hat û got: ′′Lê eşîrên Dêrazorê piştgiriya xwe bi QSD′ê re nîşan da û hewldanên hikumeta Şamê û aliyên dîtir red kirin."

Ruqeye Ehmed El Elî bang li QSD′ê kir ku li dijî her kesên hewl didin fitneyan derxin bisekinin û ewlehî û îstîqrara herêmê biparêzin.

Nûr El Casim a ya ji gundewarê rojavayê Dêrazorê jî piştgiriya xwe bi QSD′ê re anî ziman û diyar kir ku ji aliyê hin aliyan wekî hikumeta Şamê ve planên têkbirina ewlehiya herêmê hene.

Nûra El Casim bang li xelkê herêmê kir ku ji hewldanên kişandina herêmê ber bi fitneyan ve hişyar bin û destnîşn kir ku tenê kesên hewl didin projeya biratiya gelan û Rêveberiya Xweser têk bibin sûdê ji hewldanên derxistina fitneyan digirin.

(fr)

ANHA