Feleknas Ûca Xelata Rûmetê ya Konseya Ewropayê wergirt

Parlamentera berê ya HDP`ê Feleknas Ûca Xelata Rûmetê ya Konseya Ewropayê wergirt. Feleknas xelata xwe diyarî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê kir.

Feleknas Ûca Xelata Rûmetê ya Konseya Ewropayê wergirt
11 cotmeh, 2023   11:57

Xelata Rûmetê ya Konseya Ewropayê dan parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy. Feleknas Ûca, xelata xwe diyarî siyasetmedarên girtî yên li Tirkiyeyê û di şexsê Jîna Emînî de jî diyarî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê li ber xwe didin, kir.

Feleknas Ûca ji malbateke Êzidî ya ji bajarê Êlihê yê Bakûrê Kurdistanê ye. Malbatê demeke dirêje koçî Almanya kiriye . Ew bixwe jî di sala 1976’an de li bajarê Celle yê Almanyayê hatiye dinê. Dibistanên seretayî, navîn, amadeyî û zanîngeh li vî welatî xwendiye. Demekê di xebatên tenduristiyê de cîh girtiye û wekî dixtora asîstan kar meşandiye. Her wiha di rêxistên civakî de rêveberî kiriye. Li ser maf û têkşîna jinan û zarokan, mafê mirov lêkolîn kirine û xebat meşandine. Serdemekê li Almanyayê, 2 serdeman jî li Parlamentoya Almanyayê parlamenterî kiriye. Di sala 2015’an de li Bakûrê Kurdistanê di lîsteyên HDP’ê de weke parlamenter hat hilbijartin. Di hilbijratinên 2018’an de jî cara duyemin wekî parlamenterek Kurd/Êzidî çûye parlamentoya Tirkiyeyê.

Uca di heman demê karên nivîsandinê jî dimeşîne û ji bilî lêkolînên têkildarî mijarên jin û zarokan pirtûkek bi navê “Yekîtiya Ewropayê” nivîsandiye.