QSD′ê bersiv da: 4 leşkerên Tirk û 3 çete hatin kuştin

QSD′ê diyar kir ku di 2 çalakiyên hêzên wan ên dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker ên li bakurê kantona Hesekê de, 4 leşkerên dewleta Tirk a dagirker û 3 çeteyên wê hatine kuştin.

QSD′ê bersiv da: 4 leşkerên Tirk û 3 çete hatin kuştin
11 cotmeh, 2023   11:53

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyek nivîskî agahiyên der barê 2 çalakiyên li dijî noqteyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên nêzî Til Temirê yên dagirkirî, parve kirin.

Daxuyaniya QSD′ê wiha ye:

"Di çarçoveya çalakiyên bersivdana rewa li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên me de, hêzên me duh li dijî baregehên dewleta Tirk a dagirker ên li bejahiya navçeya Til Temirê 2 çalakî pêk anîn.

Di çalakiyan de 2 baregehên dewleta Tirk a dagirker ên li gundên Kinêhir û Erbîn ên li bakurê Til Temirê hatin hedefgirtin û di encamê de 4 leşkerên dewleta Tirk a dagirker û 3 çeteyên wê hatin kuştin, gelek leşkerên Tirk û çeteyên wê jî hatin birîndarkirin.

Bi vê yekê hejmara kuştiyên dewleta Tirk a dagirker ên di rêzeçalakiyên bersivdana rewa yên ku hêzên me di rojên dawîn de pêk anîne bû 22 . Bi dehan leşker û çete jî birîndar bûn.

Hêzên me dê di çarçoveya parastina rewa de bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, parastina xelk û herêmên xwe berdewam bikin.”

(fr/c)

<iframe width="677" height="380" src="https://www.youtube.com/embed/q6jjCrozL7Q" title="في عمليّتي ردِّ لقوّاتنا على هجماته.. مقتل 4 جنود و3 مرتزقة للاحتلال التُّركيّ شمال &quot;تل تمر&quot;" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>