Kurd, Ereb, Suryan û Ermenan şehîdên xwe bi peyamên tolhildanê oxir kirin

Gelên Ereb, Kurd, Suryan û Ermen cenazeyên 6 şehîdên bombebarana dewleta Tirk a dagirker û şehîdekî YPG`ê bi peyamên tolhildanê spartin axê.

11 cotmeh 2023   11:25

Bi hezaran pêkhateyên kantona Qamişlo (bajarê Qamişlo, navçeyên Til Hemîs, Tirbespiyê û Amûdê) û gundên wan herikîn bajarê Qamişlo da ku beşdarî merasîma navnedî ya 7 şehîdên ji Qamişlo, Tirbespiyê, Til Hemîsê bibin.

Ji wan 6 şehîd Salih El Dendûş, Bessam El Hisên, Alan Nazim, Mehmûd El Wero, Feyad El Hedmol û Mihemed Şemdîn endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir e ku 8`ê Cotmehê li Dêrikê şehîd bibûn, her wiha şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Qamişlo (Ehmed El Elî) ku 9`ê Cotmehê li Dêrazorê şehîd bibû ne.

Bi hezaran kes ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen, endamên sazî û yekîtiyên sivîl, jin û ciwanan, older, rûspiyên eşîrên Kurd û Ereban, hiqûqnas, nivîskar, rewşenbîr û hunermend, her wiha nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê û partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî merasîmê bûn.

Hevrêyên şehîdan cenazeyên 7 hevalên xwe yên bi alên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Yekîneyên Parastina Gel hatibûn pêçand hildan ser milên xwe û ji pêşiya navenda Partiya Yekîtiya Demorkatîk a li taxa Enteriyê ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan ve meşiyan.

Li goristanê bi hezaran kesên wêneyên şehîdan bilind kiribûn û bê navbera dirûşmeyên berxwedanê berz dikirin, li benda gihîştina cenazeyên şehîdan bûn.

Li Goristanê bi dirûşmeyên “Berxwedan Jiyan e” û “Şehîd Namirin” deqeya rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirinê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Hêvî Seyd axivî. Hêvî bal kişand ser fedakariyên şehîdan ên di oxira parastina aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Wan lehengan ji bo parastina nirxên gelê me xwe feda kirin. Êrişên dijî binesaziyê, saziyan, sivîlan û hêzên leşkerî li dijî hevpeymanên navneteweyî ne û armanc jê qirkirina Kurd û tunekirina pergala parastinê ya xweser in. Hebûna bi hezaran kesan îro li dora cenazeyên şehîdên xwe nîşan dide ku gelê herêmê dev ji têkoşîna ji bo jiyana bi rûmet bernade, her wiha bersiva herî xurt li hember êrişan e.”

Piştre Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah axaftin kir. Asya bal kişand ku êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker hemwextî salvegera 25`an a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û salvegera êrişa dagirkeriyê ya li dijî Serêkaniyê û Girê Spî pêk hatin û got: “Armanc ji zêdekirina êrişan tunekirina sîstema Rêveberiya Xweser, jiyana hevbeş a gelan û şoreşa jinan e.”

Asya Ebdullah diyar kir ku endamên hêzên ewlekariyê yên şehîd bûne, ji bo têkoşîna li hember madeyên hişbir ên ku hêzên dîktator di nava ciwan û gelên me de belav dikin û wan pê jehrî dikin, perwerde didîtin û wiha domand: “Ev şehîdên ku cenazeyên wan niha li pêşiya me ne, ji bo parastina gel û ciwanên ji vê diyardeyê têdikoşiyan. Rêya yekane ya gelan berxwedana ji bo azadî, parastina xweser û xwerêxistinkirinê ye. Li ser vî esasî jî dê têkoşîna li dijî hemû êrişan dewam bikin.”

Yek ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhlatê Sûriyeyê Mihemed Omer jî got: “Van şehîdan hemiyan soz dabû ku ew ê li pêşiya bazirganî û belavkirina madeyên hişbir bibin bendeke asê. Ev şehîd li ser ewlehiya neteweyî gef çênekiribûn wekî ku Tirkiye îdia dike, wan tenê soz dabû ku nehêlin hişbir li herêmên wan belav bibin. Em soz didin ku em ê alaya şehîdan bilind bikin û têkoşîna li dijî madeyên hişbir dewam bikin.”

Piştî axaftina bi dawî bûn, wesîqeyên 7 şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Piştre cenazeyên 5 şehîdan Ehmed Xalid El Elî, Salih El Dendûş, Bessam El Hisên, Alan Nazim û Mihemed Şemdîn li Goristana Şehîd Delîl Saroxan hatin veşartin, cenazeyên şehîd Feyad El Hedmol ji bo navçeya Til Hemîsê û şehîd Mihemed El Wero ji bo Tirbespiyê hatin birêkirina da ku li wir b ên defnkirin.

(c)

ANHA