′Êrişên Tirkiyeyê jiyana 6 milyon mirov xistiye metirsiyê′

Yekitiya Parêzeran a Kantona Efrîn û Şehbayê daxuyand ku êrişên dewleta Tirk jiyana 6 milyon mirov xistiye metirsî û mirinê; çi bi rêya tunekirina hêmanên jiyan û debarê di encama hedefgirtina binesaziyê.

′Êrişên Tirkiyeyê jiyana 6 milyon mirov xistiye metirsiyê′
11 cotmeh 2023   11:16

Yekitiya Parêzeran a Kantona Efrîn û Şehbayê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hedefgirtina binesazî, avahiyên enerjî û welatiyan daxuyaniyek da.

Daxuyanî li qada Kampa Serdemê ya navçeya Ehdasê ya Şehbayê ji hêla hevseroka yekitiyê Roşîn Hido ve bi beşdariya endamên yekitiyê hate dayîn. Beşdaran wêneyên binesaziyên ku dewleta Tirk a dagirker bombebaran kirine, hildan.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 6 milyon welatî ji tevahî pêkhate û mezheban dijîn, Ev êriş û hedefgirtin xeteriyekê li dijî welatiyan çêdikin; çi bi rêya tunekirina hêmanên jiyanê yan jî debarê bin. Ji ber ku bi awayekî yekser binesazî tên hedefgirtin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev êriş dikevin xaneya sûcên şer û sûcên qirkirina komî, mîna sûcên din ên li dijî xaka Sûriyeyê, binpêkirina serweriya Sûriyeyê.

Her wiha di daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî, hêzên navneteweyî bi taybet Xaça Sor a Navneteweyî hat kirin ku bi lez tev bigerin û van êriş û binpêkirinên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bikin, nemaze ku rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst van êrişan bi kar tîne û xwe ji nû ve zindî dike û gefekê li ser ewlehî û îstîqrara cîhanê dixwe.

(fr)

ANHA