Li Lazîqiyê 4 leşkerên Şamê hatin kuştin

Balafirên şer ên Rûsyayê êrişî başûrê Idlibê kir. Çeteyên Cebhe El Wateniye noqteyên hêzên Şamê yên li bakurê Lazîqiyê hedef girtin û 4 leşkerên Şamê hatin kuştin.

Li Lazîqiyê 4 leşkerên Şamê hatin kuştin
11 cotmeh, 2023   06:44

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê derdora bajarokê Cozf ê çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê bombebaran kiriye. Agahiyên têkildarî windahiyan de nehatin bidestxistin.

Duh jî çeteyên “Cebhe El Wateniye ya Rizgariyê” bi moşekan êriş girê Ebû Elî yê bakurê Lazîqiyê kir. Di encamê de 4 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Her wiha çeteyên “Heyet Tehrîr El Şam” bi balafirên bêmirov ên biçek êrişî noqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li derdora “herêma bêçek” kir.

Pergalên parastinê yên hikumeta Şamê li bejahiya Helebê jî droneke çeteyên “Tehrîr El Şam” xist.

SOHR`ê ragihand ku piştî êrişa li ser dibistana şer a li Humsê ku di encamê de 89 kes hatin kuştin û 277 kes birîndar bûn, hêzên hikumeta Şamê û Rûsyayê êrişên li dijî gelek deverên “herêma bêçek” zêde kirine. Di wan 41 êrişan de navendên leşkerî û sivîl hedef girtin.

(şx/c)