Rojnameyên erebî îro: Bandorên şerê Hemas-Îsraîlê li Sûriye, Misir û Lubnanê

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih dan bandora şerê Hemas-Îsraîlê li aloziya Sûriyeyê, hewldanên bicihkirina welatiyên Filistînê li bajarê Sîna yê Misirê û aloziya li Lubnanê.

Rojnameyên erebî îro: Bandorên şerê Hemas-Îsraîlê li Sûriye, Misir û Lubnanê
11 cotmeh, 2023   06:21

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî şerê Hemas-Îsraîlê nûçeyek weşand. Di nûçeya rojnameyê de hat diyarkirin ku operasyona “Tûfana El Eqsa” rewşa Sûriyeyê aloztir kiriye û hat gotin: “Di demekê de ku pêncşema borî ji bo qurbaniyên êrişa dibistana şer a Humsê şîn hatibû girêdan û li bakur rojavayê Sûriyeyê operasyoneke leşkerî ya tolhildanê pêk hatibû, êvara şemiyê li Qada Umewiyan a Şamê operasyona Tûfana El Eqsa dihat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de pankertên bi nivîsên 'xemgîniya me ji bo şehîdên me erk e, lê kêfxweşiya me bi serkeftina we jî erk e'.”

BANDORA ŞERÊ HEMAS-ÎSRAÎLÊ LI MISIR Û LUBANÊ

Rojanmeya El Ereb jî behsa daxuyaniyên rêveberên Îsraîlê yên têkildarî koçberkirina şêniyên Xezayê ber bi Misirê ve kir. Di nûçeya rojnameyê de hat diyarkirin ku Misirê ew daxuyanî mîna peyameke yekser ji bo xwe û zexta ji bo bicihkirina zêdetirî 2 milyon niştecihên Xezayê li herêma Sînaa û afirandina aloziyeke altirnatîf, fem kirin. Di nûçeyê de li ser zimanê çavkaniyên Misirê yên payebilind hat gotin ku doza Filistînê niha bi guhertina herî xeternak di dîroka xwe de rû bi rû ye.

Rojnameya El Exbar a Lubnanê jî di nûçeyeke xwe de bal kişand ku li gel peyamên siyasî yên dîplomatîk yên di navbera Lubnan, Îsraîl û Hizbullahê yên bi rêya navbeynkaran û peyamên leşkerî yên yekser de, xeterî heye ku li welat şer rû bide.

(c)