​​​​​​​Li Mêrdînê di navbera artêşa dagirker û gerîla de şer

Li bejahiya navçeya Omeriya ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê di navbera artêşa Tirk a dagirker û gerîlayan de şer diqewime. Artêşa dagirker li Çiyayê Bagokê jî êrişa dagirkeriyê daye destpêkirin.

​​​​​​​Li Mêrdînê di navbera artêşa dagirker û gerîla de şer
11 cotmeh, 2023   05:59

Li gorî nûçeya ajansa Mezopotamyayê (MA), li herêma Omeriya ya Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê di navbera leşkerên Tirk ên dagirker û gerîlayên HPG/YJA Starê de şer heye. 

Hat ragihandin ku li gundê Cinata yê bi ser herêma Omeriya Nisêbînê ve jî di navbera gerîla û dagirkeran de şer rû daye, di encamê de efserek, leşkerek û 2 cerdevan birîndar bûne. Hat gotin ku hin hejmareke leşkeran jî hatine kuştin.

Li gundên Xerabêelî, Hibabê, Badibê, Ewşî, Erboyî, Bahminê, Yol û Şekrînê yên li Çiyayê Bagokê ku bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve ne jî, ji bo 15 rojan “Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî” hat ragihandin.

(c)