Élisabeth Decrey Warner: Pergala Îmraliyê di asta îşkenceyê de ye

Aktîvîsta mafê mirovan û siyasetmedara ji Swîsreyê Élisabeth Decrey Warner anî ziman îzalasyona ku 3 salên dawiyê li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin di asta îşkenceyê de ye, nayê qebûlkirin û divê neyê piştguhkirin.

Élisabeth Decrey Warner: Pergala Îmraliyê di asta îşkenceyê de ye
10 cotmeh, 2023   00:45

Aktîvîsta mafên mirovan ku di gelek saziyên sivîl de erk girtiye, Seroka berê ya Parlamentoya Kantona Cenevreyê, siyasetmedara jin a Swîsreyî Élisabeth Decrey Warner, derbarê salvegera 25’an a komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an dijî Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin û pergala îşkenceya Îmraliyê de ji ajansa me re axivî.

‘TU SOZ NEHATIN PÊKANÎN’

Elisabeth Decrey Warner, diyar kir ku wê di sala 1999'an de dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan a li Naîrobiyê bi taybetî şopandiye. Elisabeth Decrey Warner destnîşan kir ku wê demê ti sozên hatibûn dayîn nehatin bicihanîn û got: "Tirkiyeyê soza darizandineke adîlane dabû, lê ji destpêkê de jî diyar bû ku wê vê sozê bicih neyine. Ji xwe yek ji wan sozan jî nehatin pêkanîn. Destur nehat dayîn ku parêzerên Hollandî Ocalan biparêzin û hemû şandin welatê wan. Viya jî eşkere dikir ku wê Ocalan tu carî bi awayekî adilane neyê darizandin.”

'JI BO DEWLETA TIRK MAFÊ DESTNEDAYÎN HATIYE DAYÎN’

Bi gotinên wekî, "Komploya navneteweyî rewşeke ku tê de berjewendiyên hevpar ên dewletan heye" Élisabeth Decrey Warner, bal kişand ser rola dewletan a di tecrîdê de û wiha dom kir: “Dewletên ku di komployê de cîh girtine li dijî tecrîdê bêdeng in. Ocalan di şert û mercên derveyî mafên mirovan û hiqûqê tê girtin. Li hemberî wî êşkence û pêkanînên din ên hovane ên li derveyî mirovahiyê tê kirin. Ev li dijî hemû peymanan e, lê kes tiştekî nabêje. Ji peymanan re rêz nayê girtin û Tirkiye nayê cezakirin. Li hemberî dewleta Tirk destnedayînek tam heye.”

‘DIVÊ EV SUC NEYÊ PIŞTGUHKIRIN’

Elîsabeth Decrey Warner, da zanîn ku domandina tecrîda girankirî ya li Îmraliyê nayê qebûlkirin, divê sûcên Tirkiyeyê bêne dîtin û ev tişt anîn ziman: “Tirkiye hemû biryar û pêşniyarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê binpê dike. Tecrîda girankirî ya li ser Ocalan di xema tu kesî de nîn e, mudaxele nakin. Pirsgirêk helwesta dewletên ku berjewendiyên xwe dixin pêşiya her tiştî ye."

Elisabeth Decrey Warner, diyar kir ku nabe ev ev sûc bên piştgûhkirin û got, “Divê em dewletên din jî razî bikin da ku biryarên wêrek ên Tirkiyeyê bi tundî rexne dikin werbigirin.”

'DİVÊ CÎHAN HEBÛNA KURDAN QEBÛL BİKE'

Elisabeth Decrey Warner bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  jî û ev nirxandin kir: “Divê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji nedîtî ve neyên. Ev êrîş hemû hiqûqa navneteweyî binpê dikin. Lê kes li ser vê rewşê jî dengê xwe dernaxîne. Kurd hîn jî tên redkirin û mafên wan ên gel tên binpêkirin. Divê êdî cîhan hebûna gelê Kurd qebûl bike.”

ÉLISABETH DECREY WARNER KÎ YE?

Élisabeth Decrey Warner yek ji endama şandeya Swîsreyê ku di sala 1997'an de ji bo îmzekirina Peymana Qedexekirina Mayinên Dij-Personel a Neteweyên Yekbûyî şandibû Ottawayê bû. Di sala 1998’an de ji bo hêzên çekdar ên derveyî dewletan ên wekî gerîlla û tevgerên rizgariyê tevlî pêvajoya qedexekirina bikaranîna mayînan bike, rêxistina alîkariyên mirovî ya Banga Cenevre (Cenevre Call) ava kir. Decrey Warner ku bi hewldanên xwe yên aşîtîxwaz tê naskirin, yek ji hezar jinên ku li Swîsreyê hêjayî Xelata Nobelê ya Aştiyê hatine dîtin e. Her wiha xwediya Xelata Aştiyê ya Hessen e û li Zanîngeha Cenevreyê doktoraya rûmetê wergirtiye.

(a)

ANHA