​​​​​​​Gel xwediyê heman nêrînê ye: Tekane rê berxwedan e 

Welatiyên ji bajar û bajarokên Herêma Cizîrê û Helebê destnîşan kirin ku êrîşên dewleta Tirk a dagiker ruyê rast ê wan û hevkarên wan nîşan dide û peyama berxwedanê da.

​​​​​​​Gel xwediyê heman nêrînê ye: Tekane rê berxwedan e 
10 cotmeh, 2023   03:17

Şêniyên Til Hemîs, Dirbêsiyê, Til Temir, Dêrazor ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bajarê Helebê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê de ji ajansa me re axivîn.

DÊRA ZOR

Ayiş El Ebdullah: Em amade ne li hember êrişên ser herêmê bisekinin.

Nasir El Şelaf: Em xwe dispêrin gelê xwe û em ê li hember van êrişan li ber xwe bidin. Şerê gel ê şoreşgerî tekane rêya têkbirina êrişên derve ye.

TIL HEMÎS

Hemed El Ewad: Êrişên dijî herêmê hovane û derveyî exlaq e . Bi van êrîşan niyeta dijminane û ruyê rast ê dewleta Tirk a dagirker li hemberî gelên herêmê aşkera dibe.

Ehmed El Helab: Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze tevna nîştimanî ya di navbera gelan de têk bibe. Lê ev êriş, îsrara me ya xwedîderketina li projeya netewa demokratîk zêde dike.

Tariq El Hemdo: Bêdengiya navneteweyî erêkirina qirkirina gelê Sûriyeyê ji aliyê Tirkiyeyê ve ye. Hêzên navneteweyî ji bo ku Tirkiye razî bikin û berjewendiyên xwe yên xirab ên axa Sûriyeyê de pêk bînin, tu helwest nîşan nadin. 

DIRBÊSIYÊ

Xalid Yusif: Em ê wisa li hember van êrişên dewleta Tirk a ku hewl dide vîna me bişikîne bêdeng namînin. Ev êriş dê bê bersiv jî nemînin.

Reca Ehmed: Rêya sereke berxwedan e, êriş vîna me têk nabin.

Îsmaîl Dalif: Hedefgirtina navendên stratejîk ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komplo ye û ji bo têkbirina Rêveberiya Xweser û qirkirina gelan pêk tên.

TIL TEMIR

Idrîs Yunis: Em wekî gelê Bakur û Rojhilat Sûriyeyê ji axa xwe dernakevin. Ji bilî berxwedanê tu vebijêrk li pêşiya me tune ye. Em bêdengiya hêzên navneteweyî, Amerîka û Rûsyayê red dikin û ji wan dixwazin ji herêmên me derkevin. Em û zarokên xwe dê li hember dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin û piştgiriya QSD`ê bikin.

Şîxe Şermûx: Em helwesta Amerîka û Rûsyayê ya li hember êrişan şermezar dikin. Heke bêdeng bimînin, bila ji herêmê derkevin.

Ebdulezîz Mihemed: Em xwe dispêrên hêzên xwe yên xweser û pişta xwe nadin hêzên derve ; ji ber wê me berxwedana li hemberî dagirkeriyê pejirandiye.

ŞÊXMEQSUD/HELEB

Nûr Hisên: Em teslîmkariyê qebûl nakin, berdewamkirina êrişan îsrara me ya parastina destkeftiyên şehîdan zêde dike. Em ê 24 saetan li qadan bin. Em bang li ciwanan dikin ku ax û rûmeta xwe biparêzin.

Rîm Mulhim: Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a faşîst, tekane rê mezinkirina berxwedan û têkoşînê ye.

Edûl Safar: Êriş berdewamiya komploya navneteweyî ya ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li dijî gelan hatiye pêkanîn e. Em ê dijî van êrîşan li ber xwe bidin.

)şx/a(

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ac0sPMIisgc?si=8LiHueXl1E5zdj13" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>