ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10 - 10 - 2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10 - 10 - 2023
9 cotmeh, 2023   23:00

Aktîvîsta mafê mirovan û siyasetmedara ji Swîsreyê Élisabeth Decrey Warner anî ziman îzalasyona ku 3 salên dawiyê li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin di asta îşkenceyê de ye, nayê qebûlkirin û divê neyê piştguhkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li Girê Spî û Serêkaniyê di 4 salên bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ne, bi sedan sucên dijî mirovahiyê, pîvanên exlaqî, hiqûqî û peymanên navnetewî hatin kirin.

Welatiyên ji bajar û bajarokên Herêma Cizîrê û Helebê destnîşan kirin ku êrîşên dewleta Tirk a dagiker ruyê rast ê wan û hevkarên wan nîşan dide û peyama berxwedanê da. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd destanîşan kir ku rizgarkirina deverên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de armanca sereke ya hêzên wan e û got, vebijêrka wan a sereke jî têkbirina êrişan li gor şerê gelê şoreşgerî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkolînerê Ehmed El Durzî diyar kir ku dewleta Tirk beşeke projeya hêzên rojavayî ye û bêyî erêkirina Amerîkayê nedikarî binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wêran bike.

Sekreterê gişît yê berê yê Meclisa Mafên Mirovan a Misirî-Erebî Hiqûqnas Şerîf Nadî destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker  li pergala Erdogan tiştekî nû nîn e û ji bo êrîşên wê yên dawî got: “Ev sûc wekî sûcên rêxistinên terorîst ên weka DAIŞ û Cebhet El Nusra ne.”

Di 4`ê Hezîrana 2022`yan de hejmareke jinên ji Lubnan, Filistîn, Iraq, Lîbya, Misir û Sûdanê di bin navê “Însiyatîfa Nûn Ji Bo Azadiya Ocalan” de yekemîn însiyatîfa jinan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ava kir.

Koçberên Girê Spî di salvegera 4’an a dagirkirina bajarê xwe de destnîşan kirin ku ji bilî berxwedanê tiştekî ku alîkariya wan bike nîne û baweriya xwe ya vegerê anîn ziman.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xerîbeya 40 salî der barê zehmetiyên koçberiyê ya ji ber dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de got: "Piştî ku xaka me rizgar bibe, dîwarên xaniyê min ê rût ji bo min bes in." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Zarokan a Şilêr bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyey li kampa Serdem a kantona Şehbayê şermezar dike, saet di 13:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)