Şêniyên Dêrazorê: Em ê berxwedanê bidomînin

Şêniyên Dêrazorê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker meşek li dar xist û Komploya Navneteweyî şermezar kir, her wiha destnîşan kirin ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina deverên dagirkirî berxwedanê bidomînin.

Şêniyên Dêrazorê: Em ê berxwedanê bidomînin
9 cotmeh, 2023   14:18

Bi sedan şêniyên Dêrazorê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan tev li meşê bûn.

Meşê ji pêş Meclisa Sivîl a Dêrazorê dest pê kir û ber bi Çerxerêya Meamil ve bi rê ket.

Li çerxerêyê rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê Malik Mihemed bi navê tevgerê û Yekitiya Jinên Ciwan daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de Komploya Navneteweyî ya 26 salî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Her wiha, di daxuyaniyê de salvegera 4'emîn a destpêka êrişên dagirkeriyê yên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî hat şermezarkirin û teqezî bi domandina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina deverên dagirkirî yên Sûriyeyê hat kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî di komployê de wek hevkara dewleta Tirk a dagirker hat binavkirin û soza domandina berxwedan û têkoşînê hat dayîn.

(mh)

ANHA