​​​​​​​Meclisa Jinan êrişên dagirkeriyê şermezar kirin

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û banga hevgirtin û yekitiyê kir.

​​​​​​​Meclisa Jinan êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
9 cotmeh, 2023   14:11

Di çarçoveya çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên salvegera 4'emîn a destpêka êrişên dagirkeriyê yên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de (9'ê Cotmeha 2019'an), Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê endama meclisê Rîhab El Nafê ve û bi beşdariya endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Jinên Sûriyeyê li Kampa Reşîd a Reqayê hat xwendin.

Meclisê êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê yên bi balafirên bêmirov û yên şer şermezar kirin.

Meclisê hişyariya pêkanîna kareseteke mirovî di encama domandina êrişan de da, nexasim ku rewşa aborî xerab e û herêm hatiye dorpêçkirin.

Meclisê bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku li hember planên dewleta Tirk a dagirker ên têkbirina Rêveberiya Xweser bibin yek.

Meclisê her wiha bang li hêzên navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî, Yekitiya Ewropayê, Komkara Erebî û rêxistinên hiqûqî û yên jinan kir ku li hember hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û kiryarên wê yên li deverên dagirkirî (Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Ezaz, Cerablus, Idlib) xwedî li erkê xwe derkevin û dagirkeriyê bi dawî bikin.

(mh)

ANHA