Şehîd Riyad Korkecî bi merasîmekê hat oxirkirin

Cenazeyê şehîd Riyad Korkecî bi merasîmekê li Helebê hat veşartin.

Şehîd Riyad Korkecî bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîd Riyad Korkecî bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîd Riyad Korkecî bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîd Riyad Korkecî bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîd Riyad Korkecî bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîd Riyad Korkecî bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîd Riyad Korkecî bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîd Riyad Korkecî bi merasîmekê hat oxirkirin
9 cotmeh, 2023   16:15

Welatiyê bi navê Riyad Korkecî 5′ê Cotemehê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser kargeha çemento ya li bajarê Hesekê şehîd bûbû. Cenazeyê şehîd Riyad Korkecî duh li Helebê hatibû pêşwazîkirin û îro bi merasîmekê hat veşartin.

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê cenazeyê şehîd Riyad Korkecî ji nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li beşê rojavayê Şêxmeqsûdê wergirt û bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin"  û tilîliyên dayikan ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ve çûn.

Li goristanê merasîmek hat lidarxistin. Piştî deqeya rêzgirtin, endama Melcisa Malbatên Şehîdan Ferjîn Efrîn bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û got: "Bi derbasbûna komploya navneteweyî sala xwe ya 26′an re, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojihlatê Sûriyeyê zêdetir kirine. Tirkiye soza qirkirina gelê Kurd daye. Em ji dewleta Tirk û hevkarên wê re dibêjin hûn nikarin vê armancê pêk bînin. Dewleta Tirk a dagirker bi çekên xwe yên xurt sivîlan dike hedef, lê dewletên din bêdeng in. Karwanên şehîdên me hene ku 29 şehîd in, lê her xemgîniyek wê bibe hêz û dagirkeran tune bike."

Bi navê malbata şehîd Riyad, Xedîce Korkecî jî axivî û di kesayeta şehîd Riyad Korkecî de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Xedîce got: "Şehîd di dilên me de zindî ne."

Piştre endama Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk Zekiye Mistefa Menan wesîqeya şehîd Riyad xwend û radestî malbata wî kir. Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan li Goristana Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat veşartin.

(bb)

ANHA