​​​​​​​Rêveberê PADÊ: Divê dijî êrîşan em pişta xwe bidin tifaqê!

Endamê Mekteba Siyasî ya PADÊ Saleh Êzdîn diyar kir ku divê Kurd li dijî êrîşên li ser Rojava pişta xwe bidin hêz û tifaqa xwe û got: “Bi tifaqê em dikarin li dijî her cûre êrişan bisekinin.”

​​​​​​​Rêveberê PADÊ: Divê dijî êrîşan em pişta xwe bidin tifaqê!
7 cotmeh, 2023   23:35

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) û endamê KNK’ê Saleh Êzdîn derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê û têkoşîna divê dijî van êrîşan bê dayîn de ji ANHA’yê re axivî.

Saleh Êzdîn bibîr xist ku êrîş di dîrokek nêzî salvegera komploya navnetewî ya dijî Rêber Abdullah Ocalan, dagirkirina Serêkanî û Girê Spî û peymana 9’ê Cotmehê ya dijî civaka Êzidî de tên meşandin. Êzdîn bal kişand ku dewleta Tirk bi zanabûn dîroka 9’ê Cotmehê hildibijêr e û got: “Ji bo ku Kurd di salvegera komploya navnetewî ya dijî Rêber Apo de ranebin ser piyan û daxwaza azadiya wî nekin, dewleta Tirk timî di heman salvegerê de êrîşî parçeyeke Kurdistanê dike. 9’ê Cotmeha 2019’an êrîşî Girê Spî û Serêkaniyê kirin. 9’ê Cotmeha 2020’an peyman dijî Şengalê hat îmzekirin. Niha jî dîsa di heman salvegerê de êrîşî cihên medenî yên tendûristî, xurak û enerjiyê yên Rojava dikin. Ev 25 sale siyaseteke li dijî Rêber Apo û destkeftiyên Kurdan tê meşandin.”

Saleh Êzdîn destnîşan kir ku serokamê dewleta Tirk a dagirker gotiye eger Kurd çadirekê li Efrîqayê vedin, ewê êrişî wir bikin! Lewma divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin û wiha dom kir: 

“Weke endamekî KNK’ê bang li Kurdên çar parçeyên Kurdisatnê û yên derveyî welat dikim; rabin ser piyan, zextê li saziyên navnetewî bikin da ku pêşî li êrîşan were girtin.”

Êzdîn bal kişand ser girîngiya avakirina hêza cehwerî  jî û wiha axivî: ‘Eger pişta xwe bi dewletên biyanî girê bidin, wê têk biçin û nemînin. Siyaseta wan a heyî ne dihêlin Kurd bi temamî ji holê rabin, ne jî dihêlin Kurd li cihekî serbikevin. Me viya di referanduma Başûr de jî dît. Kerkûk, Neynowa, Zûmar û hemû destkeftiyên Başûr ji dest wan girtin.

Ji ber vê yekê divê Kurd pişta xwe bi hêz û tifaqa xwe ve girê bidin. Di zimanê me yê Êzidiyan de tê gotin, eger du mirov hev bigirin dikarin çiya deynin ser çiya. Yanî eger hevgirtin çêbibe, dikarin her tiştî bikin. Ji ber vê divê hemû giraniya xwe bidin ser hêza xwe û tifaqê, pişta xwe bi Rûsya, Amerîka an jî NATO’yê girê nedin. Saziyên Mafê Mirovan û Neteweyên Yekbûyî ne ji bo hejaran e, tenê li ser kaxiz hene.”

Endamê Mekteb Siyasî ya PADÊ Saleh Êzdîn di dawiya axaftina xwe de ev bang li civaka Êzidî jî kir: “Ji bo Rojava rabin ser piyan û piştgiriya wê bikin. Dema 2014’an DAIŞ’ê êrîşî me kir, ji derveyî Rojava kî ber bi me ve hat? Ji derveyî xelkê Rojava kes nehat. Xelkê Rojava bi hawara me ve hat, cih da me, heta dayîkên Rojava şîrê zarokên xwe dan zarokên me yên tî û birçî.”