Di 48 saetan de zêdetirî 110 dever hatin bombebarankirin

Dewleta Tirk a dagirker di roja duyemîn a êrişan de zêdetirî 70 gund, bajarok û saziyên jiyanî, di nav de 2 nexweşxane, kargeha Siwêdiyê, kargeha parzûnkirina petrolê, 2 stasyonên kehrebeyê, stasyonek û depoyeke avê, 2 depoyên genim û fabrîqeyeke çîmentoyê, bombebaran kirin.

Di 48 saetan de zêdetirî 110 dever hatin bombebarankirin
7 cotmeh, 2023   11:25

Dewleta Tirk a dagirker ji 4`ê Cotmehê ve êrişên bi balafirên bêmirov ên biçek û yên şer li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirine. Di êrişan de, navend û kargehên stratejîk, cihên xizmetguzariyê mîna nexweşxane, stasyonên avê û kehrebeyê û cihên petorlê bombebaran dike.

Di roja duyemîn a êrişan de û heta kêliya amadekirina vê nûçeyê zêdetirî 70 gund û navendên xizmetê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bombebarankirin.

Detayên êrişan û çalakiyên bersivdayînê yên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) wiha ne;

KANTONA QAMIŞLO

-Dewleta Tirk a dagirker 5 caran kargeha Siwêdiyê bombebaran kir. Ev kargeh kehrebeyê dide herêma Cizîrê û 18 kîlometreyan dûrî bajarokê Rimêlan e.

-Dewleta Tirk a dagirker şeva pêncşemê nexweşxaneya Covid a li gundê Girê Vira yê bajarê Dêrikê yê herêma Cizîrê bombebaran kir û bi temamî wêran kir.

-Balafireke şer a dewleta Tirk a dagirker kargeha parzûnkirina petorlê ya li nêzî kargeha Siwêdiyê ya navçeya Girkê Legê bombebaran kir.

-Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker stasyona sereke ya hilberandina kehrebeyê ya li rojhilatê navçeya Tirbespiyê bombebaran kir û ji xizmetê derxist.

-Artêşa Tirk a dagirker careke din stasyona kehrebeyê ya li ser rêya Hîzama Bakur a Qamişloy ye bombebaran kir.

-Artêşa Tirk a dagirker stasyona avê ya Xanê Serê ya bajarê Dêrikê bombebaran kir.

-Balafirên bêmirov ên biçe gundê Mîrka Mîra yê navçeya Dêrikê bombebaran kir.

-Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker gundê Gir Zîro yê navçeya Dêrikê bombebaran kir.

-Balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker depoyên genim ên rojhilatê Amûdê bombebaran kirin.

-Artêşa Tirk a dagirker derdora gundê Til Cehan ê bakur rojavayê navçeya Tirbespiyê topbaran kir.

KANTONA HESEKÊ

-Artêşa Tirk gundê Um El Kêf ê rojavayê navçeya Til Temirê topbaran kir.

-Artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Um El Xêr ê rojavayê navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran kir.

-Artêş Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Zirganê, gundên Rebîat, Til El Werd, Bobî, Esediyê, Rabta, Xirbet Şeîr, Dada Ebdal ên başûrê navçeya Zirganê bi çekên giran tobparan kirin.

EFRÎN Û ŞEHBA

-Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker 4 caran noqteya hêzên hikumeta Şamê ya li devera di navbera gundên Aqîbe û Soxanekê yên navçeya Şêrawayê de bombebaran kir. Di encamê de endamekî hêzên hikumeta Şamê birîndar bû.

-Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker gundê Şewarxa yê navçeya Şera bombebaran kir.

-Artêşa Tirk a dagirker bi moşekan noqteyeke din a hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Soxanekê topbaran kir. Di encamê de 2 endamên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

-Artêşa Tirk a dagirker gundên Meranaz, Malikiyê, Şewarxa, Til Meraş, Kefer Etûn ên navçeya Şera topbaran kir.

-Artêşa Tirk a dagirker gundên Bênê, Soxanekê, Aqîbê, Meyasê, Kilûte, Dêr Cimêl ên navçeya Şêrawayê topbaran kirin. Her wiha derdora navçeya Til Rifetê, balafirgeha leşkerî ya Minixê, gundên Bêlûniyê û Eyn Denqe yên Şehbayê topbaran kirin.

HERÊMA FIRATÊ

-Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên rojhilat û rojavayê navçeya Eyn Îsayê ya kantona Girê Spî ya herêma Firatê topbaran kirin. Topbaran herî zêde li dijî gundê Fatsê yê rojhilatê navçeyê û derdora seyrangeha El Saqr a li rojavayê navçeyê pêk hat.

-Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker nexweşxaneya Covîd, daristana Kobanê, taxa Kaniya Kurdan û fabrîqeya çîmento bombebaran kirin.

-Artêşa Tirk a dagirker navçeya Eyn Îsa, gundên Hoşan, Xalidiyê, Mişêrfê û rêya M4`ê bi çekên giran topbaran kirin.

-Artêşa Tirk a dagirker mezraya Ehmed Munîr û noqteyeke hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Zor Mixar ê rojavayê Kobanê topbaran kir.

-Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên bakur û bakur rojavayê Minbicê yên li seranserî eniyên şer ên Cerablusa dagirkirî, topbaran kirin.

-Artêşa Tirk a dagirker gundên Dibis, Sefawiyê, Fatsê, depoya avê ya gundê Fatsê, Mixlat, Bîr Kino, Huriye, depoyên Qiz Elî, Zenûbya, Sawlkî, şîrketa Lava, Dibs, Hoşan, Xalidiyê, Cideydê, têketina Mişêrfe yên rojava û rojhilatê Eyn Îsayê, her wiha gundên Goran û Cîşan û gundê Til Şiîr ê rojavyaê Kobanê topbaran kirin.

QSD`Ê BERSIVA ÊRIŞAN DA

-Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), di çarçoveya bersivdayîna êrişan de, li dijî hêzên dagirker 2 operasyonên leşkerî li dar xistin. Di encamê de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û bi dehan leşker jî birîndar bûn.

-Duh nîvê şevê QSD`ê ragihand ku wê çalakî li dijî baregehên dewleta Tirk a dagirker ên li Eyn Îsa û Serêkaniyê li dar xistine. Di encamê de gelek leşkerên Tirk hatin kuştin. Lê heta niha tu agahiyên zin der barê mijarê de nehatin parvekirin.

Dewleta Tirk a dagirker di roja yekemîn a êrişan de, zêdetirî 40 navendên stratejîk, gund, bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirin. Di nav wan de stasyonên kehrebeyê, 7 cihên petrolê, 2 stasyonên avê, yek stasyona gazê û bendava Çilaxa. Di encamê de 6 welatî şehîd bûn û 12 jî birîndar bûn. Her wiha 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, ji ber êrişan heta niha 14 kes şehîd bûne, di nav wan de sivîl, endamên Hêzên Ewlekariya hundirîn û QSD`ê hene.

(şx/c)

ANHA