Meclisa Jinan a Sûriyeyê êrişa Humsê şermezar kir

Meclisa Jinan a Sûriyeyê êrişa dijî fakulteya şer a Humsê şermezar kir, piştgiriya xwe bi malbatên qurbaniyên re nîşan da û diyar kir ku dewleta Tirk dijminê tevahî gelê Sûriyeyê ye.

Meclisa Jinan a Sûriyeyê êrişa Humsê şermezar kir
7 cotmeh, 2023   11:28

Meclisa Jinan a Sûriyeyê têkildarî êrişa li dijî fakulteya şer a Humsê daxuyaniyek da û êrişa “terorîst” şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hemwexît êrişa dijî fakulteya şer, dewleta Tirk a dagirker êriş herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kir. Meclisê êriş wekî “komkujiyeke hovane” bi nav kir û hat destnîşankirin ku ku dijmin gelê Sûriyeyê û armancên wê yek e.

Meclisê bang kir ku li hember êrişa hovane û ji bo derxistina dijmin ji Sûriyeyê, helwesteke hevgirtî bê nîşandan û ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk a hevgirtî, têkoşîn bê mezinkirin.

Her wiha meclisê piştgiriya xwe bi malbatên qurbaniyên êrişê re rave kir û şîfeya acil ji birîndaran re hêvî kir.

(şx/c)